NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) wesayîtên şaredariyê yên AKP’yî şewitandin.
Di daxuyaniya derbarê çalakiyê ya hat dayin de wiha hat gotin: “Di 6’ê Nîsana 2022’an de saet di 22:00’an de 2 wesayîtên kar ên şaredariya AKP’yî ku li Stenbol/Kayaşehîrê park kiribûn, ji aliyê Milîsên Sînan Ateş ên HBDH’ê ve hatin şewitandin. Piştî çalakiyê Milîsên Sînan Ateş ên HBDH’ê gihiştin baregehên xwe.”
Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin:
“Piştî me agir bi wesayîtek yê bîran vala dike û romoqa barhilgirek a ji bo barkirina madeyên desoto tê karanîn xist, bi temamî bûn xwelî. Ji aliyekê ve ku partiya patronên xwînmij ango AKP’ê hemû welat talan dike, şaredariyên ku desteser kirinî jî bûn qadên wergirtina pereyên zêde yên şîrket û holdîngan. Hemû çavkaniyên girêdayî şaredariyê ne di xizmeta gel de, di xizmeta şîrketên AKP’ê de ne; di talankirina xwezayê û talankirina erdan de û di xizmeta şîrketên înşaetê de li dijî gel dixebitin.
Em ê vê pergala talanê hilweşînin! Zimanê ku ew jê fam dikin, zimanê çalakiya me ya şoreşgerî ye!”