ŞIRNEX – Li Şirnexê polîsek ku bi parêzerek re nîqaş kir, wesayîta xwe lê qeliband û wî giran birîndar kir.
Li navenda Şirnexê polîsek bi parêzer Serkan Karakaş ê endamê Baroya Şirnexê re ji ber sedemek hêj nayê zanîn nîqaş kir. Polîs pişt re wesayîta xwe li parêzer qeliband. Parêzer Karakaş giran birîndar bû. Parêzer rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û hat gotin her du çongên wî xesarên mezin dîtine û wî emeliyat kirine. Hat îdiakirin ku polîs li Midûriyeta Polîsan a Şirnexê di binçavan de tê ragirtin.