MEXMÛR – Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştar jinan banga berdana Parlementera berê ya HDP’ê Aysel Tugluk ku di niha girtigeha Kandira ya Kocaeliyê de tê ragirtin kirin
Parlementera HDP’ê ya berê Aysel Tugluk ku ji 26’ê Kanûna 2016’an li girtîgeha Kandira ya Kocaeliyê tê ragirtin, tevî ku nexweşiya wê girane, lê ew jî weke girtiyên nexweş yên ku di zindanê de tê ragirtin nayê berdan. Li ser vê yekê jinên wargehê li ber avahiya Meclîsa Îştar daxuyaniyek dan. Beriya ku daxuyanî were dayîn, di kesayeta girtiyê bi navê Mehmed Sevîn ê ku hatibû qetilkirin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Endama Kordînesiyona Meclîsa Îştarê Pakistan Bîlen axivî.
Pakistan Bîlen di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser girtiyên nexweş û got: “Kombûna me ya li vê derê ji ber rewşa siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ya ku bi mehane bi nexweşiyekê re rû bi rû ye. Aysel Tuglu li ruxmê vê nexweşiya xwe jî li zindanên Tirkiyê têkoşînek bê hempa dimeşîne. Li gorî raporên dixtoran ên ku ji bo Aysel hatî dayîn divê ev nexweş were berdan, her wiha gelek sazî û dezgehên cûda jî daxwaza berdana wê dikin lê heta niha jî hêj nehatiye berdan. Ji bo wê em îro dibînin rojane bi dehan girtiyên nexweşaya wan di vê astê de ne, jiyana xwe bi wî awayî didomîn. Her wiha mafê hevdîtina bi telefonê a li gel malbatên xwe jî li ser wan hatine qutkirin. Bi wê ve firêdayî cezayê yek hûcreyî li wan dibirin, êşkence dikin û qetil dikin. Ev jî dide xuya kirin ku dewleta faşîst a Tirk ji derveyî berjewendiyên xwe tiştekê qebûl nakin û nabînin jî. Ji bo wê jî pêwîste em wek gelê Kurd bizanibin rojên me yên pêş rojên serkeftinê nêzbûye. Em bikaribin ji niha û şûnde wek gelê Kurd bi taybet jin û ciwan têkoşînek hîn zêdetir bimeşînin, di kesyeta Rêber Apo de hemû girtiyên xwe yên li zindanan û hemû girtiyên xwe yên nexweş bidin berdan.”
Pistî Pakistan Bîlen daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Zindana’ bidawî bû.