NAVENDA NÛÇEYAN
Dewleta Tirk ya dagirker û faşîst di her demê de dijberiya xwe ya li dijî gelan û bi taybet li dijî civaka Kurd plan dike û her tim tîne ser ziman û şer dide meşandin. Ev dijberiya dewleta Tirk, dijberiyekî civakî, çandî û dîrokî ye. Ji dema avakirina dewleta Tirk heta dema me ya niha didome û berdewam dike. Berî wê jî li ser bingeha neteweya Tirk kesên ku derdiketin û xwe wek Osmanî, Kemalîst û Tirkiyê bi nav dikin, her dem helwestên xwe dijberiya gelê Kurd nîşan dane. Dijberiya dewleta Tirk ya li dijî gelê Kurd di salên dawiyê de ji çarçoveya sînorên siyasî yên dewleta Tirk ya dagirker derbasdike û hem li Başurê Kurdistanê hem jî li Rojavayê Kurdistanê firehtir dike.
Lewra ji Qanûna Şerq Islahet a 1925’an de heta bi Qanûna Îskana Mecbûrî ya 1935’an de planên hatine meşandin hedefa wan tunekirina hebûna Kurdan e. Ne tenê ji aliyê çalakî û tevgerê ve, weke hebûn tesfiyeya Kurdan kirine armanc. Li vir jî rêzik û pîvan heman tişt e: Eger tu dixwazî sax bimînî û bibe xwedî hebûn, divê tu dev ji nasnameya Kurd berdî!. ji bo tevahî Kurdên li Rojhilat û Rojavayê çemê Firatê jî bi heman rengî ye. Bi Planên ku îro roj tên meşandin de heman armance, ku dixwazin li Rojavayê çemê Firatê Kurdekî bi tenê yê ku bi Kurdî bipeyive nehêlin, di serî de asîmîlasyona çandî û dîrokî û asîmîlasyonên bi rêbazên cihêreng wan tesfiye bikin. Divê mirov komkujiya Helbca, Mereşê, komkujiya Roboskî, komkujiya Geliyê Zîlan û gelek komkujiyên ku li Rojava bi komkujiya dawiyê li Kobaniyê ku li ser hevalên ciwanan de pêkanîne de di çarçoveya siyaseta vê planê de ku hê li ser kar e, bifikire. Nexasim divê mirov asîmîlasyona sîstematîk û çalakiyên Gladîo yên li Kurdistanê di çarçoveya vê siyasetê de bifikire.
Lewra bi heman armancê dewleta Tirk tevî hemû dewletên navdewletî û bi alîkariya malbata Berzanî bi hemû hêza xwe êrîşîn xwe li ser tevayî kurdistanê pêk tîne, Ev siyaset û planên dewleta Tirk ya dagirker tenê bi sînorê dewleta xwe re sînordar namîne, li Rojava û Başurê Kurdistanê jî didome. Dagirkeriya dewleta Tirk ya li Başurê Kurdistanê ne tenê di çarçoveya li dijî gerîla şerkirinê de ye. Ev dagirkerî di heman demê de mesajek wiha ye ku ji gelê Kurd re rêdike û dibêje: Kurd li kuderê dibe bila bibe nikare wek neteweyek serbixwe bijî. Ji bo wê dixwaze çarçoveya dagirkeriya xwe berfireh bike û di heman demê de jî ji aliyê aborî, çandî, dîrokî siyasî û leşkerî de xwe xurt bike.
Çawa di dîrokê de împaratoriya Osmanî bi vî rengî kurd dane xapandin ku li ser esasê “em ê bi hev re têkevin nav tevgerê û dewleta xwe bidin avakirin û statoya xwe bistînin û wê her kes mafê xwe di vê statoyê de hebe”. Heya berî wê demê Kurdê ku bi Mustafa Kemal re lihev nedikirin jî, vê re dibin yek. Îro roj jî bi serkêşiya AKPê MHPê re rêzik û pîvan heman renge, bi malbata Berzanî PDK re di nava têkiliyan de ye ji bo berjewendiya xwe û siyaseta xwe bi ser bixe û niha bi aşkere ku berjewendiya PDK ê dixwaze di cewher de ji bû berjewendiya xwe bi PDK ê re dikeve nav têkiliyan. Lê mixabin PDK’ê jî her tiştê xwe ji Tirkiyayê wer digire û ew jî li gor wê berjewendiya Tirkiyayê derdikeve û bi dewleta Tirkiyayê re şerê nokeriyê li hemberî gelê xwe dide meşandin, bi vî rengî destekê dide vê asîmîlasyon û dagirkeriyê. Mînaka herî berbiçav a ku îro roj li ser axa başûrê kurdistanê dewleta tirk bê hesab xwestinê êrîşên xwe li ser gerîla û li ser gelê kurd çê dike her wiha bi alîkariya dewleta Îraqê re jî ev êrîş çê dibin,
ji ber tu dewletek bêyî destûra dewletekê nikare ne êrîşan pêkbîne û ne jî dikare li gor peymanan balafirên xwe sînorê dewletê derbas bike.
Dewleta Tirk bi hevkariya PDK di nava planên nû de ya şer kirinê de ye.
Îro roj jî PDK partiya malbata Berzanî li başûrê Kurdistanê bi hevkariya bi MÎTA Tirk re ji bo dewleta Tirk amadekariya bingeha şerekî li dijî kurdan çê dike, yek ji van planan ew e ku PDK bi hevkariya Îstîxbarata dewleta Tirk ûb hukumeta îraq li ser sînorê di navbera Rojava û Başûrê Kurdasitanê ku bi armanca rê girtina di navbera Rojava û Şengalê de dest bi lêkirina dîwar dike, her wiha li qadên parastina mediyayê jî hêzên xwe û hêzên PDK xurt dike û Rojavayê Kurdistanê jî dixe navbera çemperê. Bi vî rengî dewleta Tirk xwe li herêmên stratejîk li Başûrê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê bi destê îxanetkarên Kurd malbata Berzanî û pariya xwe PDKê xwe xurt dike, ev hemû nîşaneyên amadekariya şerekî li dijî tevgera azadiyê û li dijî gelê kurd tê plan kirin e. Bi van şêwazan beriya demeke kurte dewleta Tirk bi serkêşiya Xilosî Akarî û bi malbata Berzanî û PDK ê re hevçiviyan li ser esasê ku li dijî terorê şer bikin, li ser vî esasî PDK agahiyên Îstîxbaratê dide dewleta Tirkiyayê ji bo amadekariya şer. û ne tenê bi wê jî bixwe êdî dikeve nava şer , Ev têkiliyên di navbera dewleta Tirk û PDK ê û Îraqê de dibe sedema bê aramiya li herêmê
Li hemberî van planan divê hemû gelê Kurd li hemberî van planan bibin yek û van planan têk bibin, ji ber hevkariya PDK bi dewleta Tirk û îraq re kurd di nava qeyran û aloziyan de jiyan dike, her wiha di vê rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên civaka sifîl, partiyên siyasî û her kesê azadî xwaz li hemberî vê yekê xwedî helwestbin.