NAVENDA NÛÇEYAN – Polîsên tîmên taybet ên Tirk serê sibehê avêtin ser avahiya HDP’ê ya navçeya Cizîrê.
Polîsan di operasyona qirkirina siyasî de derî şikandin û bi pêlavên xwe pê li şujdeyan kirin.
Li taxên Cûdî, Dagkapi, Nûr û gundê Dîrsekliyê avêtin ser malan. Di serdegirtinan de Hevserokê HDP’ê yê Navçeyê Mesût Nart, dayika Yasemîn Çikmaz a li jêrzemînên Cizîrê hate qetilkirin Esmer Çikmaz a 50 salî, Osman Kuçuk, Marûz Erîş û Şerîf Elçîoglû hatin destgîrkirin.
5 kes birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.
Hate ragihandin ku der barê serdegirtinê de wê li pêşiya avahiya navçeyê daxuyaniyek bê dayin.