LONDON – Li paytexta Îngilistan Londonê, aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) Komuna Ciwanên Şoreşger a Şehîd Fîraz Dag ragihandin. Ciwanan destpêkê serdana şehîdgeha Fîraz Dag kirin û daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Ciwan piştre li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev civiyan û li vê derê karê ji bo ragihandina komunê dewam kirin.
Di daxuyaniya ciwanan de hate gotin, “Weke nûnerên Tevgera Ciwanên Şoreşger, li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo 10’ê Nîsana 2022’an li Londonê bi biryardariyeke mezin Komuna Ciwanên Şoreşger a Şehîd Fîraz Dag radigihînin.”
Daxuyaniyê wiha dewam kir, “Heta ku Rêberê me azad bibe; heta ku faşîst û dagirker hemû welatê me terk bikin, heta ku gelê Kurd azad bibe, em ê dest ji têkoşînê bernedin.”
Ciwanan diyar kirin ku dem dema azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û destnîşan kirin ku ji bo pêkanîna azadiyê tişta herî mezin a ku ciwan karibin bikin, bi çalakiyên radîkal birêxistinkirina xwe ye.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Li ser vê bingehê bi navê Şehîd Fîraz Dag (Mehmet Aksoy) ê ku sala 2018’an li Reqayê di şerê dijî DAÎŞ’ê de şehîd bû, em komuna xwe radigihînin. Şehîd Fîraz li îngilistanê û derveyî welat ji bo ciwanan hemûyan mînak bû.
Rêxistinên ciwanan divê bi ruh û xeta Modernîteya Demokratîk bersiva pêwîst bidin. Li dijî her cûre pavşerûtiyê û nêtên xerab, divê helwesta pêwîst nîşan bidin.”
Di civînê de sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Fîraz Dag hate nîşandan.