STENBOL – Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Şaxê Stenbolê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Girtîgeha Tîpa L Hejmara 5’an a Sîlîvriyê ji ber êşkenceyê 6 girtiyên edlî hewl dane xwe bikujin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Li gorî agahiyan, 6’ê Nîsanê 60 gardiyan ketin koxûşa girtiyên edlî, sîle li girtiyekî xistin, her wiha bi gotina ‘derkeve derve, em ê wê derê hev bibînin’ gef li girtî xwarin û li ser vê yekê pevçûn derket, girtiyekî jî krîz derbas kir.”
‘GARDIYAN KETIN NAVA KOXÛŞÊ Û ÊŞKENCE KIRIN’
Li gorî daxuyaniyê, piştî rojekê 60 gardiyan ketin koxûşê û hate gotin, “Hate ragihandin ku midûrê saziyê jî bi gardiyanan re hebû, midûrê saziyê bi gotina ’em ê we bikişînin fîlmê’ gef li girtiyan xwariye, gardiyanan êşkence li 6 girtiyan kirine, ji ber zext û tundiya li girtiyan hate kirin, girtiyan li hewşê hewl dan bi benê pêlavê xwe bikujin; tevî ku gardiyanan û xebatkarên tenduristiyê hewldana xwekuştina girtiyan dîtin jî tiştek nekirin, lê hevalên girtiyan ên li koxûşê dest li hewldanê werdan.”
OHD’ê diayr kir ku 8’ê Nîsanê jî 6 girtiyan nêzî 40 heb xwarin, bi vî rengî hewl dan xwe bikujin û got, “Yek ji girtiyan niha di beşa lezgîn de ye; yên din jî qedexeya axaftina bi telefonê li wan hatiye ferzkirin ku bûyerên qewimiye ji malbatên xwe re venebêjin. Herî dawî hate îdîakirin ku yek ji girtiyên întixar kiriye cenazeyê wî şandine Êlihê. Tevî ku me ev îdîa pirsîn jî wezîfedarên girtîgehê ti agahî nedan.
Li Girtîgeha bi Hejmara 5’ên a Sîlîvriyê hem qedexeya êşkenceyê hem jî mafên mirovan têne binpêkirin. Em ê mijarê bişopînin û berpirsyarî ya Wezareta Edaletê ye. Lewma em bang li Wezareta Edaletê dikin ku têkildarî îdîayên li ser binpêkirina mafê jiyanê yê girtiyan daxuyaniyekê bi lezgînî bide.”
Malbata Yilmaz cenazeyê kurê xwe ji Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlîvriyê wergirtin. Malbatê ji nexweşxaneyê pêşotopsî xwest lê bi hinceta “6 meh piştre dê bê dayîn” nehat dayîn û destûr nehat dayîn ku malbat li cenazeyê Yilmaz binihêre. Piştre jî malbatê cenaze wergirt û ber bi Êlihê ve kete rê. Cenazeyê Yilmaz li Êlihê ji hêla gelek kesan ve hate pêşwazîkirin û piştre wecîbeyên olî bi cih anîn.
Cenazeyê Yilmaz li goristana gundê Kanîravayê di nava zêmarên dayikan de hate definkirin.
Malbata Yilmaz şîna xwe li Taxa Kulturê danî.