NAVENDA NÛÇEYAN – Girtîgeha Tîpa L a Patnosê ev demekê veguherîye îşkencexaneyê.
Hat diyarkirin ku di îşkenceyên ku di bin çavdêriya Midûrê Girtîgehê Mustafa Kiliç û Sergardiyan Mîkaîl Anuk de tên kirin û ev kes timûtim gefên kuştinê li girtiyan dixwin.
Di axaftina telefonê ya girtiyekî ku bi malbata xwe re dikede di girtîgeha Patnosê de diyar kir ku ekîbeke ji 60-70 gardiyanan li wan îşkence kiriye û milê hevalekî wan 2 cihan de şikandine.
Di berdewama axaftina xwe de girtiyê li girtîgehê navên gardiyanên ku êrîşî wan kirine da û diyar kir ku gardiyan li Patnosê jiyandikin û ji ber ku kes li wan xwedî dernakeve gardiyanan bi hêsanî îşkenceya li wan dikin.