NAVENDA NÛÇEYAN – Li welatên Ewropayê seferberiya bi armanca derxistina PKK’ê ji lîsteyên qedexe û azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan berdewam dike. Divê çarçoveyê de li bajarên Stockholma Swêdê û Frankfûrta Elmayayê standa îmzeyan hate danîn û gelek îmze hatin komkirin.
STOCKHOLM
Ciwanên Kurd li bajarê Stockholma Swêdê li hev civiyan û li dijî qedexeya li ser PKK’ê belavok belavkirin û gelek îmze komkirin.
Ciwanên Kurd ên ku ji aliyê nîştecihên Stockholmê ve rastî eleqeyek mezin hatin û diyar kirin ku qedexeya li ser PKK’ê siyasî ye û divê li hemberî vê yekê hestiyar bin.
Ciwanan diyar kirin ku ew ê di dema pêş de li dijî polîtîkayên tên meşandin bi awayekî aktîf beşdar kampanya îmzeyan bibin û vê kampanyayê bigihînin encamê. Her wiha ciwanan diyar kir ku helwesta Yekîtiya Ewropayê ya li hemberî PKK’ê di rastiyê de helwesteke li dijî tevahiya gelê Kurd e.
FRANKFÛRT
Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, bi pêşengiya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan (YXK) û Jinên Xwendekarên Kurdistanê (JXK) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Zanîngeha Wolfgang Goethe stand vekirin.
Standa îmzeyan rastî eleqeyek mezin hat.
Xwendekaran li derdor broşur û belavokên ku gotinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan têde hene, li gel belav kirin, ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên qedexekirî were derxistin jî belavok belav kirin.
Çalakiya ciwanan nêzî du saetan berdewam kir.