NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk a dagirker bi polîtîkayên qirkirinê yên ku li ser gelê Kurd daye meşandin hewl dide ji pêvajoya hilweşînê ya ku ketiye navê, jê derkeve. Yek ji qadên ku dewleta Tirk a dagirker hebûna xwe li ser tinekirina gelê Kurd ava kir, herî dawî veguherî qada zindanan jî.
Zindanên ku her roj nûçeyên îşkence û qetlîaman lê tên, hema bêje vediguherin malên mirinê. Girtîgeha Tîpa L a Patnosê yek ji zindanên ku herî zêde nûçeyên îşkenceyê lê tên. Ersîn Aslan ê li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê girtiye, di hevdîtina telefonê ya ku bi xizmên xwe re kiriye de di derbarê îşkenceyan de agahî dan û ev yek ji aliyê xizmên xwe ve ji çapemeniyê re hat ragihandin.
Ersîn Aslan di axaftina xwe ya bi telefonê de bal kişand li ser îşkenceya ku di bin çavdêriya Midûrê Girtîgehê Mustafa Kiliç û Midûrê Girtîgehê Mîkaîl Anuk de hatiye kirin û wiha got: “Hemû malên wan li Patnosê ne. Eger ku malbat werin xwedî derkevin, pîşî li wan bigirin û bêjin çima hûn îşkenceyê li zarokên me dikin, wê belki cesareta wan ya vê îşkenceyê kirinê çênebe. Lê kes xwedî li me dernakeve. Ji ber ku ev derneketiye, cesaretê ji vê yekê digirin û êrîşî me dikin.”
Birayê girtiyê bi navê Ersîn Aslan Yasîn Aslan jî têkildarî bûyerê ji ajansa me re axivî û ev bang kir:
Ez Yasîn Arslan, birayê Ersîn Arslan yê ku niha li Girtîgaha Patnosê tîpa L de girtiye. Heta niha gelek caran gotinên tund li hember wan hatibûn gotin, gelek caran mafên wam binpêkiribûn lê heta niha rastî êrîşeke tund, êrîşeke lêdanê nehatibûn lê îro bi telefonê dayîka min re axivî. Behsa îşkenceyêkir, behsa lêdanêkir. Gelek tiştên ku qewimîbûn behsa wankir.
Dixwazin liser piyan bi wan hejmarê bidin girtin liber sermayê. Wan jî ev tişt qebûl nekirine. Jiber ku hinek hevalên wan yên emrê wan mezin dinava wan de hene. Nexwestine vê tiştê qebûl bikin. Jiber we jî nêzî 60 gardiyanan êrîş birine liser wan. Ya ku birayên min dibêje jixwe liser medyaya civakî me ew deng parvekir û banga wî gihand gelek kesan lê ez dîsa jî dixwazim dubare bikim. 3 hevalên girtî birîndar dibin. Yek milê wî dişkê, di bedena çend kesande jî reşahî çêbûye, derbe ji milê xwe girtine. Yanî hejmara birîndaran ne tenê 3 ê ne. Yên ku birînên wan biçûkin jî zêden e. Ji wan 3 kes birînên wan mezinin. Di milên wan û laşên wan de cuda cuda şikestin hene. Mixabin rewş xirabe.
DIVÊ GELÊ KURD Dİ VÊ TIŞTÊ DE BÊDENG NEMÎNE
Îro em çiqas dengê xwe bigîhînin zêde kesan baştir dibe ji bo me. Yanî partî, rêxistinên mafê mirovan, baroyan her çi ji destê me were divê em wî bikin. Lewra birayê min xwest ku dengê hemî girtiyan bigîhînin malbatên girtiyan, bigîhînin parêzeran, bigîhînin saziyên mafê mirovan. Heta ku ji destê me were emê jî vê tiştê belav bikin. Rewşa birîndarên diwir de em nizanin çawane lê ya ku ew dibêjin vêgavê başê. Lê em jî niznin baş e an ne baş e. Jiber ku gelek malbat û hîn wekîlên HDP ê çûn deriyê girtîgehê lê ew negirtine hundur û hevdîtinên malbatî jî di vê hefteyê de tinebûn. Em nizanin rewşa wan jî çawa ye. Lê ya ku behs dikin rewşa wan vêga ne başe û alîkarî hewce ye ku dive em li wan xwedî derkevin. Eger em li wan xwedî dernekevin wê wan bikujin jî. Piştî ku kuştin ji em nikarin li çongen xwe bidin. Divê em beriya hertiştî li girtiyên xwe yên siyasî xwedî derkevin. Îro îşkence li wan tê kirin û ne tenê li Patnosê. Li Sîlîvriyê kesek hat kuştin, gelek kes hatin birîndarkirin û di komayê de ne. Yanî ev îro ne tenê bi girtîgehekî di hemî girtîgehande zor, zilm û îşkence li wan tênkirin.
Divê gelê Kurd di vê tiştê de bêdeng nemîne. Em dixwazin hemî kes di vê mijarêde yek devbe û heta çi ji destê me were em bikin. Lewra bi rastî jî rewşeke xirabe. Mirov îro bi gotinan nikare bîne liser ziman. Piştî telefone vir ve dayîkamin her digîrî. Nava mala me wek malekî şînê ye. Psîkolojiya vî tiştê pir xerabe nayê gotin. Ez baş dizanim ku hemû malbatên girtiyan di vê rewşêde ne. Ne ez tenê an jî dayîka min tenê. Em tev di vê rewşêde ne lê divê em dengê xwe bêtir bilin bikin. Em pêşî li bûyerên din bigirin.