KOBANÊ – Çalakiyên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên li dijî dîwarê ku PDK’ê li ser sînorê Şengal û Rojava lê kiriye, dewam dikin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan îfade kirin ku ew dizanîn ku di dîrokê de îxaneta PDK her piştgirî daye dagirkeriyê ku planên xwe pêk bînin, herêmên Kurd parçe bikin û şoreşa Kurdistanê têk bibin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Firatê ji bo şermezarkirina xiyaneta PDK’ê meşeke Meşale li dar xist. Meş ji ber Parka 19’ê Tîrmehê ya bajarê Kobanê destpê kir, li qada Şehîd Egîd bi dawî bû.