WAN – Girtiyên bi navên Fahrettîn Îşlek, Firat Erbaga, Kemal Kahraman û Mehmet Tîryakî ku li Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Wanê dihatin ragirtin, ber bi girtîgehên cuda ve hatin veguhestin.
Hat zanîn ku kar û barên sewqkirinê di roja duşemê de hatine kirin lê belê ji malbatên girtiyan re agahiyek nehatiye parvekirin bê ka li kîjan girtîgehan hatine veguhestin.