KOBANÊ – Meclisa Ciwanan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya herêma Firatê 18’ê Adarê bi diruşma “Civakeke paqij welatekî paqij ava dike” pêngavek da destpêkirin. Pêngav wê heta 1’ê Gulanê dewam bike. Armanca vê pêngavê ew e ku ciwan û civakê ji şerê taybet hişyar bike.
Civîn li navenda Meclisa Mavçeya Kobanê, bi beşdarbûna endamên meclisê hate lidarxistin.
Hevserokê Meclisa PYD’ê ya kantona Kobanê Nesra Derwîş rewşa siyasî nirxandin, behsa ambargoya ku hikumeta Şamê li ser taxa Şêxmeqûsdê ferz kiriye û diyar kir ku armanca hikumetê ew e ku welatiyan koçber bike û wan li hemberî Rêveberiya Xweser sor bike.
Nesra Derwîş her wiha bal kişand li ser êrişên deweta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê yên li hemberî gerîlayan û got, ev êriş li hemberî berxwedana gerîla têk diçe û wê serkeftina para gerîla be.
Endamê rêveber ê ciwanên PYD’ê ya herêma Firatê Mihemed Semîr jî qala armancên pêngavê kir û wiha got: “Şerê taybet ku li hemberî ciwan û civakê tê meşandin dewam dike. Ev şer xeteriyeke cidî ye. Bi rêya vê pêngavê em hewl didin çareseriyan peyda bikin ku civak û ciwanan ji şerê taybet û êrişên derve yên dijmin biparêzin.”
Piştre beşdaran li ser vê pêngavê nêrîn û pêşniyarên xwe ku karibe hişyarê di nava ciwanan de belav bibe, anîn ziman .
Paşê komîteyek ji du endaman; Bêrîvna Şefqa û Zoran Xelîl hate avakirin da ku pêngavê bişopînin.