NAVENDA NÛÇEYAN – Di demekê de ku li herêmên Başûrê Kurdistanê birçîbûn heye, li gorî belgeyan, bi sedan milyon dolar pereyên malbata Barzanî di bankên Lubnanê de hene, ji bilî wê wê hesabên wan ên taybet bi navên cûda di şirîkên li dewletên Ewropa, mîna Belçîka, Swîsre û Amerîka û li dewletên Ereb mîna Dubey hatin tomarkirin.
Pirsa li vir xwe dide der ew e ku partî û malbata desthilat ev pere ji ku anîn û gel neçar kir ku berê xwe bide sînorên Polanda-Belarus. Pereyên gelê Başûrê Kurdistanê li wan bankan çi dikin, gelo mafê malbata Barzanî heye ku jiyaneke padîşahan bijî û gel li pey qûta xwe ya rojane dibeze û rojane bi topên dagirkeriya Tirk tên qetilkirin. Di vê raporê de em ê balê bikişînin ser dahatûyên Başûrê Kurdistanê û hin pereyên malbata Barzanî.
Di dirêjahiya sê salan de li herêmên Başûrê Kurdistanê xwepêşandan û protestoyên dem demî yên gel hebûn. Gel banga dayîna mûçe û dabînkirina derfetên kar kirin. Li kêlek wê jî karmendên hikumetê bi taybet mamoste û xebatkarên tenduristiyê yên nexweşxaneyên hikumetê û endamên Polîsên Trafîkê dest bi girevê kirin, da ku rewşa debarê li Başûrê Kurdistanê baş bibe. Lê li beramberî wê yekê malbata Barzanî li ser hesabê gelê Kurd dijî.
BARZANÎ VAN PEREYAN JI KU TÎNE?
Herêmên Başûrê Kurdistanê bi dewlemendiya xwe ya binerdê tê nasîn, li gel wê jî bi axa wê ya çandiniyê guncaw e. Lê gelê Başûrê Kurdistanê ji ber siyasetên PDK’ê yên li dijî Başûrê Kurdistanê ji van dewlemendiyan mehrûm e.
24 deriyên bejahî û deryayî hene ku Iraq bi 6 dewletên cîran (Kiwêt, Erebistana Siûdî, Urdin, Sûriyê, Tirkiyê û Îran) ve tê girê dide. Piştî petrol, gaz û danayên xwezayî, ev deriyên sînor dilê aboriya Başûrê Kurdistanê û Iraqê ne. Di van deriyan re gelek dahatûyên mezin bêyî kontrokirin derbas dibin.
Bexda tu agahiyan ser dahatûyên ku di deriyên li Başûrê Kurdistanê re derbas dibin, nizane. Li Başûrê Kurdistanê 7 derî hene, 4 fermî ne û 3 ne fermî ne ku hikumeta navendî îtîraf pê nake. Ji wê zêdetir jî balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê hene ku salane bi milyaran derdixîne, lê ev yek bêyî di tedbîrên qanûn û çavdêriya hikumeta ferderal re derbas bibe, pêk tê.
4 deriyên fermî yên li Başûrê Kurdistanê bi Îranê ve girêdayî ne, ew jî Hec Umran li Hewlêrê û salane dahatûyên wê 800 milyon dolar e, deriyê Başamax, salane dahatûyên wê 200 milyon dolar e, Perwêzxan salane dahatûyên wê 300 milyon dolar e, Kermek jî salane 12 milyon dolar e.
Lê her sê deriyên din ên ne fermî yên ku hikumeta navendî îtîrafê bi wan nake, Başûrê Kurdistanê bi dewleta Tirk a dagirker ve girê didin, ew jî deriyê Îbrahîm El-Xelîl li Dihokê ku deriyê mezin ê sînor e, deriyê Serzer ku bazirganiya li wî dibe zêdetirî 5 milyar dolar e anku salane 6 tirliyon dînarê iraqî ye. Ev yek têra pêdiviyên darayî yên hemû karmendên Iraqê dike.
Li aliyekî din jî PDK’ê zêdetirî 20 deriyên nefermî çêkirine û ji wan jî bacên gumrikê distîne. Di wan deriyan re kamyonên pez, kelûpel, heta tiştên qedexe jî derbas dibin. Ev derî bi rêya 13 rêyên bejahî bi parêzgehên Iraqê ve tên girêdan.
DAHATÛYÊN SALANE YÊN PETROL Û DERIYAN 22 MILYAR DOLAR IN
Li gorî rapora rojnewsê, dahatûyên salan ên deriyên sînorî zêdetirî 10 milyar dolar in, lê dahatûyên petrolê 12 milyar dolar in. Di vê çarçoveyê de pispora karûbarên darayî ya Başûrê Kurdistanê Gulala Sedîq da zanîn ku hikumeta Başûrê Kurdistanê rojane zêdetirî 400 hezar bermîl petrol derdixe û wiha got: “Li gorî serokê hikumetê yê Başûrê Kurdistanê rojane tenê 500 hezar bermîl petrol tê firotin. Ji ber şerê Rûsya buhaya petrolê li ser asta cîhanê bilind bû û miqdarên mezin ên petrolê li hikumeta herêmê vedigerin. Lê ji ber gendeliya rêveberî û darayî ev dahatû nakevin xezîneya hikumetê yan jî wezareta darayî. Piranî dahatû ji şîrketên tirkiyê û şîrketa Kar Group ê girêdayî PDK’ê re diçin. Her wiha ji ber ku hikumetê mûçeyên karmendan nade li sûkên herêmê felcbûyîn û zêdebûna xizantî û bêkariyê heye.”
Gulala Sedîq diyar ku hikumeta Başûrê Kurdistanê siyaseta birçîkirina gel û karmendên sivîl dimeşîne, ew hikumeteke polîsî ye, ji bo hebûna xwe girîngiyê dide saktorên ewlehî û leşkerî û bi rêya çekê û qetilkirinê gel an jî karmendên sivîl ditirsîne.
HIN SERWETA MALBARA BARZANÎ
Tu hejmareke zelal a serweta malbata Barzanî tune ye, lê hin raporan hin pereyên malbata Barzanî eşkere kirin. Li gorî rapor û belgeyên hatine eşkerekirin û li gorî rojanmeya Brussels-Bruxelles a Belçîka, li gel serokê PDK’ê Mesûd Barzanî 372 milyar dolar heye, li gel serokê herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 115 milyar dolar heye, lê pereyên serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî zêdetirî 54 milyar dolar e, li gel Mensûr Barzanî yê Lîwa û fermandarên hêzên partiya Barzanî zêdetirî 21 milyar dolar heye, li gel kurê Mesûd Barzanî, Weysî Barzanî, 18 milyar dolar heye, li gel kurê wî yê din, Meksî Barzanî 11 milyar dolar heye û li gel Mistefa Barzanî kurê biçûk ê Mesûd Barzanî 9 milyar dolar heye.
ŞÎRKETÊN SEXTE Û QESRÊN LI DEWLETÊN EREB Û EWROPA
Rojnameyeke tirkî di 2020’an de eşkere kir ku hikumeta Tirkiyê 55 milyar dolarên Mesûd Barzanî desteserkirin. Li kêlek wê jî kovara America Prospect 2021’an lêpirsîne derxist tê de eşkere kir ku serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Bazanî bi rêya şîrketên sexte yên li Delaware yê Amerîka avahiyek bi temamî li Virginia û dermanxane li Florîda kirin.
Di belgeyan de hate teqezkirin ku Meksî Barzanî dermanxaneyek li Miyamî bi 18.3 milyon dolar kirî. Li DYA’yê 4 şîrketên mezin ên malbata Barzanî hene, ev dewlemendî tenê beşek ji dewlemendiya malbata Barzanî ye.
Li Beverly Hills a California û Virginia qesrên malbata Barzanî hene, Li Miyamî kargeheke malbata Barzanî bi rûbera 12 hezar metre heye. Li gorî hin axaftinan bi sedan şîrketên ewlehî li DYA’yê hene ku kiryarên dizînê ku malbata Barzanî dike, dinixumîne.
Li Dubey û Virginia ya Amerîka, li gorî datayên mal û milkan, li gel serokê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 300 avahî ji qeser û malan hene û nirxê van avahiyan nêzî 100 milyon dolar e.
Li kolana Mottrum a bakurê Virginia 4 avahiyên Barzanî hene û nirxê van avahiyan zêdetirî 20 milyon dolar e. Li gorî dane û belgeyan, li gel Salar Hekîm, hevjîna xalê Nêçîrvan Barzanî ye ku wefat kiriye, gelek milkên wê li Dubey hene. 228 malên Salar Hekîm li balexaneyên cûda yên Îmaratê hene û nirxê wê nêzî 100 milyon dolar e.
Di şîrketên Swîsrî, Almanî û Îtalî de tabo û milkên Mesûd Barzanî yên bi nirxa 48 milyar dolar hene. Rojnameya Char Press li ser zimanê rojnameya Brussels-Bruxelles eşkere kir ku li gel ferdên malbata Mesûd Barzanî hesabên di bankên Swîsra de hene û bi nirxa 600 milyar dolar e.
Di 5’ê vê Nîsanê de parlamenterekî eşkere kir ku pişît hikumeta Lubnanê ragihand ku îflas kiriye, nêzî 650 milyon dolar ji pereyên Başûrê Kurdistanê, hatine cemidandin. Barzanî van pereyan hemû ji ku tîne.
Li gorî belgeyên di malpera American Prospect de hatin weşandin, serokê herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî muşteriyên herî zêde ku şîrketa mal û milkan dikire. Ji welatên xwe didizin û bi navên hevjîn, bira û xizmên xwe wan pereyan dixin wan şîrketan.
Li Amerîka şîrketa milkan bi navê Withers heye û xwedî taybetmendiyên cuda ye. Ev şîrket navên xwediyên wê, pere û buhayên milkan vedişêre. Nêçîrvan Barzanî bi navê hevjîn, bira û xizmên xwe pere û milkên xwe di vê şîrketê de bi rê ve dibe û bi navê malbata Barzanî 300 mal û milk hene.
Pispora karûbarên darayî Gulala Sedîq li ser vê yekê wiha got: “Bê guman miqdarên mezin ên pereyên malbata Barzanî di bankên herêm û navneteweyî de hene. Bi sedan qesrên mezin li dewletên herêmê hene. Ev malbat ji salên 1990’î ve gumrikên herêmê kontrol dike û van pereyan ji bo xwestekên xwe û yên malbatê bi kar tîne. Tenê beşeke biçûk ji van pereyan li ser gelê Kurd tê xerckirin. Bi wê gel neçar dibe ku ji xaka xwe bireve û mirina li ser sînorên Polanda dipejirînin, da ku jiyaneke birûmet bijîn û ji bin zulm, destpot û birçîkirinê birevin.”
PEREYÊN BARZANÎ DI WAN BANKAN DE ÇI DIKIN?
Gulala Sedîq ev tişt got: “Bi rastî ev pereyên gel in. Lê di bin çavdêriya PDK’ê de van pereyan dixin bankên derv da ku li gorî berjewendiyên xwe yên malbatê û fînansên xwe bi kar bînin. Ew van pereyan li ser gel xerc nakin û mûçeyên karmendan jî nadin wan. Zihniyeta wan a nûjen ji bo birêvebirina dewlet an jî herêmê tune ye. Piranî qezencên petrolê ji şîrketên dewleta Tirk û şîrketên girêdayî PDK’ê re diçin, ew yek jî li gorî peymana petrol ku 50 salî îmze kirine, pêk tê. Ew xwe desthilat dibînin û gel jî koleyên xwe dibînin. Ji ber wê tu girîngiyê nadin, heke gel hat qetilkirin an jî birçîbû yan jî welatê xwe hiştin.”
Der barê rewşa heyî ya li Başûrê Kurdistanê de Gulala Sedîq got: “Li gorî nêrîna min dê ev rewş wiha bimîne, ji ber em di Iraqê de dijîn. Niha jî tu serweriya Iraqê tune ye, biryarên wê yên çarenûsî ji derve ve ne, çi dewletên herêmê yan jî cîran.”
BANDORA ŞÎRKETA SOMO LI DESTHILATÊ
Şîrketa hikumetê ya petrolê ya Somo biryar da ku, biryarên dadgeha federal pêk bîne ku hikumeta navendî destê xwe deyne ser petrola Başûrê Kurdistanê, girêdayî bandora vê biryarê li desthilatê Gulala Sedîq ev tişt got: “Ji hêla gelê Kurd ve biryara dadgeha federal bersiveke erênî heye. Gel hêvî dike ku dosyaya petrol û dahatûyên petrolê li hikumeta federal vegerin, da ku rewşa debarê baş bibe û mûçeyên xwe yên mehane wergirin.”
Gulala Sedîq ev tişt anî ziman “Mixabin, gelê Kurd bi sedan sal ji bo azadî û avakirina hebûneke serbixwe tê koşiya, lê ji ber gendeliya rêveberî û darayî ya hikumeta Başûrê Kurdistanê, gel qebûl dike ku hikumeta federal pereyên gelê Kurd û hebûna Kurd kontrol bike. Heke biryara dadgehê pêk bê, bê guman dê bandorê li desthilatê bike. Dê pereyên wan ji wan werin kişandin û li gelê Kurd werin belavkirin û dê maf li xwediyên wê vegerin.”
BANDORÊN WÊ SER MIROVAN
Der barê biryara hikumeta navendî ya li ser petrol û bandora wê li jiyana gel heke ev biryara kete pratîkê de, Gulala Sedîq wiha gotina xwe bi dawî kir: “Bi kêmanî dê welatî mûçeyên xwe yên mehane wergirin, mazot, benzîn û kazê bi buhayeke erzan bikirin û sûkên herêmê û aboriya wê geş bibe, rêjeya bêkarî kêm bibe, rêjeya zewicandina li herêmê zêde bibe. Li aliyekî din jî niha hikumeta navendî qerzan dide karmendan û heke hikumeta navendî dosya petrolê ji herêmê wergirt, dê sûdê li gelê Kurd bibîne. Bi wê re jî dê bandorê li ser tevgera aborî ya li sûkên herêmê bike, sûk bi awayekî fireh geş bibe û azarên welatiyan ên di dirêjahiya salên borî de bi sedema siyasetên çewt ên rêvebirina hikumetê rabin. Ji ber êdî gel qebûl nake ku beşeke diyar sûdê ji dahatûyên petrolê wergirin, jiyana padişahan li ser hesabê birçîkirina û tirsandina gelê Kurd bijîn.”