DUHOK – Duh bişev gundê Hirûrê ya ser bi Kanîmasî ya ser bi Amêdiyê a ser bi Dihokê, ji aliyê dewleta Tirk dagirker ve hate topbaran kirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, 2 guleyên topan, li ber du malan ketine û ziyanek mezin bi malê ketiye. Derbarê ziyana canî de ti agahî nehate standin.
Nehat zanîn bêka dewleta Tirk ji nav baregehên xwe yên Başûr, gund topbaran kirine yan jî baregehên li Bakurê Kurdistanê.
Hêjayî gotinê te rojane dewleta Tirk a dagirker gundên xaka Başûrê Kurdistanê topbaran dikin, di serî de Hikumeta Herêm, Iraq bêdengin.