STENBOL – Însiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re, ji bo balê bikişîne ser êşkence û mirina li girtîgehan, xwest ku li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) a li Yenîbosna ya Stenbolê çalakiya ‘darbesta bi xwîn’ lidar bixe. Lê belê polîsan nehiştin.
Endamên însiyatîfê bi darbesta bi xwîn dest meşê kirin û bal birin bi ser mirina Ferhan Yılmaz ê ji berdana wî re mabûn du roj, lê li Girtîgeha Sîlîvriyê bi awayekî bi şik û guman canê xwe ji dest da.
Berdevkê însiyatîfê Erkan Çita got: “Tê îdia kirinku Yilmaz ji ber krîza dil canê xwe ji dest daye lê di canê wî de şaneyên êşkenceyê hene. Tevî vê yekê jî di belgeya mirinê ya Saziya Tibê ya Edlî de îbareya ‘nexweşiya têger’ hatiye destnîşankirin.”
Endamên însiyatîfê li ser darbesta ku anîn û li erdê boyaxa sor a sembola xwînê ye rijandin. Polîsan dor li wan girt.
Endamekî însiyatîfê hingê wiha axivî: “Ev darbest, darbesta Ferhan Yilmaz e ku di Sîlîvriyê de ji aliyê bi dehan gardiyanan ve hate qetilkirin. Ev darbest, darbesta Garîbe Gezer e ku di Girtîgeha F ya Kandirayê de bi êşkence hate kuştin.”
Polîsan sê endamên înisiyatîfê destgîr kirin, çapemenî jî bi zorê ji qada çalakiyê dûr kirin.