NAVENDA NÛÇEYAN – Heyeta Şopandina Girtîgehan a Herêma Marmarayê çû serdana girtiyên li Girtîgeha Nimreya 5’an a Silîvriyê ya ku di 6’ê Nîsanê de 60 gardiyanan êşkence li girtiyan kiribû. Gardiyanan xwestibûn girtî xwe bikujin.
Heyetê di 14’ê Nîsanê de hevdîtin pêk anî û diyar kir ku girtî sewqî girtîgehên Tîpa T a Karabûkê, Tîpa T a Akhîsarê, Tîpa T a Bolûyê, Tîpa T a Duzceyê, Tîpa T a Îzmîrê ya Nimreya 1’ê, Tîpa T a Manîsayê, Tîfa F a Îzmîrê ya Nimreya 2’an, Tîpa H a Eskîşehîrê, Tîpa T a Salihliya Manîsayê û Tîpa T a Tavşanliyê hatine kirin.