NAVENDA NÛÇEYAN – Yekitiya Jinên Ciwan li herêma Cizîrê der barê sûcê qetilkirina Sûad Ehmed El-Zalan a 20 salî de ku ducanî bû û hemû awayên tundiyê yên li dijî jinan, nerazîbûna xwe nîşan da û banga hesabxwestina ji sûcdaran kir.
Yekitiya Jinên Ciwan li navçeyê têkildarî sûcên qetilkirina jinan nerazîbûna xwe anîn ziman û bi daxuyaniyekê got: “Tevî ku çend sal di ser ragihandina qanûnên jinan re derbas bûne, lê hîn jî jin temenê hişmendiya mêrên desthilatdar didin. Jin ji ber vê hişmendiyê rastî lêdan û qetilkirinê tên.”
Yekitiya Jinên Ciwan îro diyar kir: “Tevî van qanûnan û berdêlên ji bo rizgarkirina jinan ji bindestiyê, lê hîn jî tundî û qetilkirina wan berdewam dike. Ev jî bi armanca şikandina vîna jinan û çewisandina nasnameya wan e.”
Yekitiya Jinên Ciwan di daxuyaniyê de bang li aliyên peywendîdar kir ku hesab ji sûcdaran bixwazin û radestî dozgeriyê bikin.
Li aliyekî din jî Kongra Star a navçeya Til Hemîs a kantona Qamişloyê sûcê qetilkirina Sûad Ehmed El-Zalan şermezar kir û banga dadgehkirina sûcdar kir.