NAVENDA NÛÇEYAN – Polîtîkayên îmhayê yên Komara Tirk a faşîst dewam dikin. Îşkence û hewldanên teslîm girtinê yên li ser girtiyên ji ber nerazîbûna li hemberî van polîtîkayan avêtine girtîgehan her roj zêde dibin û bi taybet bi tecrîda li Îmraliyê re di şexsê Rêber Apo de hemû Kurd dikin hedef.
DGH’ê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û polîtîkayên êşkenceyê çalakî li dar xistin.
Yekîneya Tolhildanê ya DGH’ê ya Şehîd Mizgîn Xerzan li Stenbolê li gelek nuqteyan çalakî li dar xist.
Li gorî daxuyaniya Yekîneya Tolhildanê:
– Li Sultangaziyê dikaneke kurye
– Fabrîqeya vezîvirandinê ya taxa Habibler
– Li Arnavutkoyê 3 wesayîtên faşîstan hatin şewitandin û nekarîn bên bikaranîn.
Her wiha yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Mizgîn Xerzan a DGH’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di meha Adarê de li Kuçukçekmeceya Stenbolê wesayiteke çeteyê hevkarê dewletê Tayfun Ulku gulebaran kirine û bi ceza kirine.
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Mizgîn Xerzan da zanîn ku heta tecrîd û polîtîkayên îşkenceyê li zindanan bidome dê çalakiyên xwe bidomînin.