AMED – Firoşkarê kerengan Adil Arîf anî ziman ku ji ber bihabûnê kesek nikare kerengan jî bikire û got: “Sala par kereng bi 12 lîreyan dihat firotin. Lê îsal kereng ji ber buhabûnê bûye 25 lîre. Ji ber bihabûnê kes nikare kerengan bistîne, yên distînin jî ji derveyî Amedê tên distînin.”
Li herêmên bilind û berf dibare bi hatina biharê re wekî gelek nebatên çolê kereng jî şîn dibin. Yek ji deverên bihuşta kerengan jî Çiyayê Qerejdaxê ye. Ji dema şînbûnê heya mehekê kereng derdikevin û him gundiyan re him jî ji kesên ku debara xwe bi firotina kerengan dikin re kereng tam û derfeteke bijarte ye. Ji kerengan re wekî din kengir, kenger, keleng, kengel, kengil, kerengêsî, kelengê nebî, kelengê derwêş jî tê gotin. Wekî ku tê komkirin xav, sorkirî, dî nava tirşik, tirşî, penîr, keledoş, mehîr û borekan de jî tê xwarin an jî vexwarin. Ji ava koka wî Benîştê Kerengan, bi qelandina striyên wê Qehweya Kerengan tê çêkirin.
AMADEKIRIN, XWARIN Û VEXWARIN
Kereng gihayek bi strî ye û dema ku tê berhevkirin bi kok û striyên serê xwe tê paqijkirin, heriya wê tê paqijkirin û şûştin. Wek fêde kereng herî zêde ji êşa diranan re baş tê. Wek antîbiyotikekê edaba laş dide ziwakirin, laşê mirov nû dike. Ji zikêşiyê re baş tê, îştah vedike. Tansiyonê dixe, ji nexweşiya şekirê re baş tê, bêhalî û westandinê derbas dike. Tevî fêdeyên xwe zarokên biçûk û kesên pirsgirêkên ûr dikêşin bêyî erêkirina bijîşkên xwe divê kerengan nexwin.
ZEHMETÎ Û BAZARA KERENGAN
Firoşkarê kerengan Adil Arîf anî ziman ku ji ber bihabûnê kesek nikare bikire û ew jî ji ber vê yekê heqdestê keda xwe nikarin bistînin. Arîf da zanîn ku gundî bi hezar zehmetiyan kerengan ji derdorên Qerejdaxê tînin û ew jî serê sibê heya êvarê li ser tableyê kerengan paqij dikin û difiroşin. Arîf derbarê bihayê kerengan de wiha axivî: “Sala par bihayê kerengan 12 lîreyan dihat firotin. Lê îsal kereng ji ber buhabûnê bûye 25 lîre. Firotina kerengan wekî salên borî nîn e û her ku diçe kêmtir dibe. Ji ber bihabûnê kes nikare kerengan bistîne, yên distînin jî ji derveyî Amedê tên distînin.