ENQERE – Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de derheqê 91 kesan de biryara destgîrkirinê dabû. Di vê çarçoveyê de polîsan di 12’ê Nîsanê de li 13 bajaran bi ser gelek malan de girtibûn û 48 kes hatibûn destgîrkirin. Hate hînbûn ku li ser daxwaza dozgeriyê, 4’emîn Dadgeha Ceza ya Sulhê biryara bergiriyê daniye ser mal û milkê 91 kesên derbarê wan biryara destgîrkirinê hatine dayîn.
Ji 91 kesan 48 kesên li 13 bajaran hatibûn destgîrkirin anîbûn Enqereyê. Dema destgîrkirina 48 kesên ku li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê tên ragirtin, 4 roj din jî hate dirêjkirin.
KESÊN HATINE DESTGÎRKIRIN
Navên 48 kesên hatine binçavkirin ev in:
“Zekî Çelîk, Mehmet Akin, Hafîze Îpek, Gulum Bayram, Mehmet Koyuncu, Burhanettîn Beduş, Metîn Kilavuz, Fazil Turk, Selamî Turhan, Hasan Ugur Çat, Ulfiye Ozcan, Osman Kaya, Navaf Ok, Huseyîn Daş, Fecrî Tayfur, Sevîm Soylu, Mehmet Mûstafa Bîlgîç, Şefîk Ozbey, Necmettîn Aslan, Mehmet Sarîh Zumrut, Eyuphan Ocal, Erdal Avci, Sonay Avci, Fesîh Yalçin, Halîs Bîlen, Atalay Bayrak, Hakîm Guneş, Suphî Guneş, Umît Guneş, Nîzamettîn Onar, Mûstafa Demîr, Nîhat Salmiş, Nîhat Gezîcî, Mûrat Kaçar, Halîl Aslanli,Huseyîn Vural, Berat Anli, Abdullah Bozkoyunlu, Kemal Unver, Seydoş Daniş, Gulşen Duran, Zana Doner, Selçuk Tazgel, Rasîm Çelîk, Ayşe Kaçar, Mûrat Demîrkiran, Îlyas Tekîn.”