STENBOL – Di çalakiya “Rûniştina F” de, rewşa girtî Ozge Ozbek a nexweşiya epîlepsiyê û tumora mejî pê re heye hat ziman. Di çalakiyê de banga serbestberdana Ozge û hemû girtiyên nexweş hat kirin.
Çalakiya “Rûniştina F” ya ji bo balê bikişînin ser rewşa tenduristiya girtiyên nexweş, di hefteya 525’emîn de li pêş Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê hate lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Ozge Ozbek a li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê tê ragirtin. Daxuyanî endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ya Stenbolê Meral Nergis Şahîn xwend.
Meral, bal kişand ser mirina Ferhan Yilmaz û tiştên li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5’an a Sîlîvriyê qewimîn û got: “Em bang li Wezareta Dadê û hemû rayedaran dikin; ewilî îşkenceya li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5’an a Sîlîvriyê rawestînin. Ji bo ku heqîqetê derxînin holê rêveberiya girtîgehê ku ji van bûyeran re çavên xwe girtine demildest ji peywîrê bigirin û ji bo bûyer were ronîkirin derfetan ava bikin ku şandeyên lêkolînê yên sivîl biçin girtîgehê bi girtiyan re hevdîtinê bikin û heqîqetê bi raya giştî re parve bikin.”
Meral bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Ozge Ozbek û diyar kir ku bi Ozbekê re nexweşiyên epîlepsî û tumora mejî pê re hene. Meral, da zanîn ku piştî Ozbek di 27’ê Cotmeha 2020’an de li Stenbolê emeliyata mejî bû dîsa birine Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê û got: “Ozge Ozbek a ku berî baş bibe hate girtin li ser hewldanên parêzerên wê înfaza wê 3 mehan hate taloqkirin û hate berdan.”
Meral, bi lêv kir ku tevî tedawiya Ozge berdewam kir dikir jî careke din hate girtin û birin girtîgehê. Meral da zanîn ku Lijneya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Daricayê bi dîroka 24’ê kanûna 2021’an raporeke ku “Nikare di şertên girtîgehê de bimîne” amade kiriye.
Meral, destnîşan kir ku Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê rapora ku “Dikare di girtîgehê de bimîne” amade kir û taloqkirina înfaza Ozge asteng kir.
Meral bi lêv kir ku ji ber xesara di mejiyê Ozge de çêbûye, tumorên nû û krîzên epîlepsiyê bi piştgiriya hevalên xwe dikare pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bîne û got: “Ji ber tumorên di mejiyê wê de pêşveçûne, ji bo were dermankirin û mafê wê tenduristiyê û jiyanê were parastin divê were berdan. Em rayedaran vedixwînin peywîrê û raya giştî jî vedixwînin hestiyariyê ku ji bo mafê jiyan û tenduristiyê girtiya nexweşa giran Ozge Ozbek û hemû girtiyên nexweş bên berdan.”