NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Ciwanan a Yurtsever Gençlik kevneşopiya weşangeriya xwe wekî dîrokek mezin didomîne. Kovar ji weşana xwe û vir ve bi her cure zext, êrîş û qedexeyan re rû bi rû maye. Lê belê, kovara ku reng û dînamîzma ciwanan nîşan dide, di serdema nû de tevî êrîş û astengiyên faşîst jî jiyana weşanê didomîne.
Danasîna vê mehê de edîtorên Kovarê wiha dibêjin:
Kovara me ya Yurtsever Gençlik di meha Nisanê de bi şiyara “Rêber Apo Heqîqeta Azadî û Serfiraziya Mirovahiyê ye” bi we re ye.
Di vê hejmara meha Nîsanê de nivîsên bi hest û watedar yên di derbarê Rojbûna Rêber Apo de hatine nivîsandin. Nivîsa di beşa bîranînên ku bi Rêber Apo re hatine jiyan kirin wê tevahiya cîhana hest û ramanên ciwantiyê geştir bike.
- Di kovara me ya vê mehê de Perspektîfên Rêber Apo yên di derbarê zayîn û vejînbûna gel û civakê de cihê xwe digirin.
- Di Perspektîfên ciwan û jinên Ciwan de wateya zayîna Rêber Apo û wek ciwantî wateya pêre rast jiyan kirinê wek rêya serkeftinê hatiye diyar kirin.
- Di beşa Şerê gelê gelê şoreşgerî de ruh û perspektifa xeta serkeftinê wek nexşerêyekê zelaliyên hest û fikir dide avakirin.
Ji bo Ciwanên welatparêz ev kovara me ya meha Nîsanê wê bibe bingeha rast fêmkirin û jiyankirina Rêber APO û xeta wî ya serkeftinê.
Me bixînin, Me binasin
Me bi Ciwantî despêkir, Emê bi ciwantî biserkevin.
Hun jî dikarin liser van navnîşanan xwe bigîhînin kovara me ya Yurtsever Gençlîk.
Hûn jî dikarin liser van navnîşanan xwe bigîhînin kovara me ya Yurtsever Gençlîk:
– https://issuu.com/yurtsevergenc/
– https://t.me/yurtsevergenclik