STENBOL – Her ku diçe tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan giran dibe, krîz û kaos ji kûrtir dibe. Faşîzma ku bi krîz û kaosê re êrîşkartir bûye, li hemberî zindanan polîtîkayên hovane pêş dixe. Planên desteserkirina gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd tê kirin.
Her roj nûçeyên îşkence, destavêtin û qetlîaman ji zindanan tên, li derve jî li dijî van polîtîkayên hovane berxwedan pêş dikeve. Ciwanên Welatparêz, anî ziman ku zindan qadên berxwedanê yên herî mezin in û destnîşan kir ku li hemberî polîtîkayên îşkenceyê berteka herî mezin derketina kolanan e.
Ciwanên Welatparêz li navçeya Sariyerê ya Stenbolê bi pankarta “Ji Kemal re heta Garibe yan silav ji zindanan re” meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Silav Silav Ji Îmraliyê re Hezar Silav” hatin berzkirin.