MARÎGNANE – Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) şeva Şemiyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û protestokirin êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk meşek lidar xistin.
Di meşê de meşale hatin pêkirin, li gel posterên Rêberê Gelan alên PKK’ê jî hatin hildan.
Çalakiya ku bala welatiyên derdor kişand, bi qasî saetek dom kir.
Ciwanan piştî meşê daxuyaniyek dan û destnîşan kirin ku wê li dijî êrişên faşîzan qadan vala nehêlin.
Her wiha ciwanan ji bo 1’emîn Kongreya TCŞ a Asayî ku wê 24’ê Nîsanê bê lidarxistin jî banga tevlîbûnê kirin.