EDENE – Hinek kesên nasnameya wan nehat zanîn êrişî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çukurovayê kirin. Di encama êrişê de alayên HDP’ê hatin şewitandin û tabelaya avahiya partiyê hate jêkirin. Di êrişê de ziyan gihişt avahiya partiyê.
Heta niha jî têkildarî êrişê kesek nehatiye destgîrkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di demên berê de êriş li ser avahiya partiyê hatibû lê tu kesek nehatibû destgîrkirin.