ŞEHBA – Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û endamên Yekitiya Jinên Ciwan li ser rêya di navbera navçeya Ehres û gundê Til Qirah ên kantona Şehbayê kom bûn. Ciwanan wêneyên rêber Ocalan û alên saziyên xwe rakirin.
Xwepêşandan bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana rêber Ocalan li girtîgeha Îmraliyê û şermezarkirina tecrîdê û bêdengiya navneteweyî dest pê kir. Xwepêşandêr li taxên gundê Til Qirahê geriyan.
Li meydana rojhilatê gund, ji rêveberiyên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Zîn Henan berxwedana dîrokî ya rêber Ocalan li girtîgeha Îmraliyê silav kir û got: “Rêber Ocalan ji hemû cîhanê re îspat kir ku girtîgeha Îmraliyê bûye akademiya rizgarkirina gelan ji bindestiyê.”
Piştî ku îdeolojiya rêbertî li seranserî cîhanê belav bû û gelan bi xwe xwe bi rê ve bir, mîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rayedarên dewleta Tirk a dagirker ji tirsa ku îdeolojiya rêbertî desthilatdariya wan hilweşîne, tecrîdeke giran li ser rêber Ocalan ferz kir.”
Zîn Henan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ruxmî tecrîdê ku li dijî mafên mirovan e , lê belê tu rêxistinên mirovî nakevin tevgerê. Em piştrast dikin ku heta rizgarkirina hemû gelên bindest û rizgarkirina Efrînê, em şopdarê rêya rêbertî ne.”
Zîn Henan di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navneteweyî û di serî de rêxistinên mafên mirovan kir ku erka xwe ya li hemberî rêberê azadî û demokrasiyê rêber Ocalan pêk bînin û tecrîdê rakin.