NAVENDA NÛÇEYAN – Polîtîqayên dewleta Tirk ên îşkenceyê li ser zindanan didome. Li girtîgehan dewleta tirk roj nîne ku îşkenceyên hovane pêk neynê. Di encama heman polîtîkayan de gelek girtî şehîd bûn. Li dijî van pêkanînên dewleta faşîst gelek cihan gel û ciwanên Kurdistanê di tevgerê de ne.
Ciwanên welatparêz li Wan ê li navçeye Rêya Armûş e li ser dîwar a ji bo girtîyên zîndana nivîs nivîsîn.Ciwanên welatparêzên Wan ê li navçeye Rêya Armûş e li ser dîwar a ji bo girtîyên zîndana nivîs nivîsîn. Nivîsên ciwanan “Girtiyên azadiyê rûmeta me ne” “Gelê Kurd rabe li ser piyan” derketin pêş
Dîsa bi heman armancê Ciwanên Welatparêz li Ûnkapaniya Stenbolê xebatên nivîsandinê pêk anîn. Ciwanan nivîsên wek “Hun nikarin zindanan teslîm bigrin” “Îradeya girtiyan li kolanane” nivîsandin
Herî dawî ciwanan diyar kir ku heta îşkence li zindanan de bidome dê çalakiyên wan jî bidomin.