BEHDİNAN – Doh saeten şev de Artêşa Tirk a dagirker ji hewayî ve êrişeke giran bir ser xeta Çiyayê Reş ê li Başûrê Kurdistanê.
Artêşa dagirker hewl da bi helîkopteran hêzên xwe deyne herêmê û xwest ji bejahî ve bi pêş ve biçe.
Hêzên Parastina Gel (HPG) jî bi rêbaza sabotajê li artêşa Tirk a dagirker xistin û pêşî li pêşveçûna wan girtin.
Di navbera artêşa Tirk û gerîlayên HPG’ê de şerekî giran diqewime.
Li aliyê din, artêşa Tirk a dagirker hêzên xwe danî qada Werxelê ya li herêma Zapê.
Tevgera herêmê didome.