MARÎGNANE – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê bi çalakiyekê şermezar kirin.
Ciwanan di meşê de pankartên “Bimire xiyanet” û “Azadî ji Rêber Apo re” hildan û heta ber Şaredariya Marîgnaneyê meşiyan. Ciwanan piştre ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz girtin.
Bi navê TCŞ’ê axaftin ahte kirin û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, zextên li girtîgehan, tecrîd û êrişên PDK’ê hatin şermezarkirin.
Ciwanan li dijî êrişan bang kirin ku bi lez çalakî bêne lidarxistin.
Di çalakiyê de dirûşma “Terorîst Erdogan” hate qîrîn.