NAVENDA NÛÇEYAN – Ji beriya çend rojan ve dagirkeriya Tirk bi dijwarî êrişî navçeya Til Temirê dike. Êrişên herî giran jî duh hemwextî cejna Paskalayê li ser gundên Suryanan pêk hatibûn.
Duh Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nasnameya şervanê Hêzên Parastina Xabûrê Zeya Til Temir ragihandibû ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû.
Îro Hêzên Meclisa Parastina Xabûrê nasnameya şehîd Zeya Til Temir eşkere kir û soza parastina herêmê û şopandina rêya şehîdan da.
Di daxuyaniya meclisê de wiha hate gotin:
“Ji bo gelê me yê Suryan ên li welêt û derveyî welêt, em şehadeta lehengekî Meclisa Parastina Xabûrê ya Suryan radigihînin.
Nasnameya şehîd wiha ye:
Navê tevgerî: Zeya Til Temir
Nav û paşnav: Elaa El-Ehmed
Cih û dîroka ji dayîbûnê: Til Temir, 1996
Dîroka tevlêbûnê: 01.01.2020
Cih û dîroka şehadetê: Til Şenan (Zoma), 17.04.2022
Şehîd Elaa El-Ehmed dema bi erka xwe ya parastina gundên Suryanan radibû, gihîşt asta şehadetê.
Em soza şopandina rêya şehîd Zeya Til Temir didin.”