NAVENDA NÛÇEYAN – DGH û DGK-H’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a faşîst yên li dijî herêmên Parastina Medya daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniya bi sernavê “Serketin wê bi ciwanên Apoyî yên li berxwe dan û çalakî pêk anîn” de hat destnîşankirin ku divê ciwan her qada ku lê ne, bi ruhê tolhildanê veguherînin dojehê.
Daxuyaniya nivîskî ya DGH, DGK-H wiha ye:
“TC’ya faşîst di şexsê Rêber Apo de hewl dide tevahiya gelê Kurd tecrîd bike û tine bike. Dewleta Tirk li hemberî berxwedaneke bêhempa ya li Îmraliyê, biryar da ku şer li çiya, zindan û her derê belav bike. Dewleta Tirk a faşîst di van demên dawî de bi hemû derfetên NATO’yê êrîşî gelê Kurd û gerîla dike. TC bi hemû derfetên xwe seferber kir, di 15’ê Nîsanê de bi malbata Barzanî re hevdîtin pêk anî û bi dijwarî dest bi êrîşên hewayî kir û herî dawî jî ji duh êvarê ve operasyona dagirkirina bejayî jî xist nava van êrîşan.
KCK’ê di 26’ê Adarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku di 15’ê Nîsanê de TC wê bi hevkariya PDK’ê êrîşî qada gerîla bike. Ji ber ku malbata Barzanî di 15’ê Nîsanê de çû Enqerê û bi dîktatorê faşîst ê Tirk Erdogan ê re hevdîtinek destbeste jê re kir û beşdarî êrîşan bûn, ev jî rûyê hevkarî yê PDK’ê careke din eşkere dike. Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a faşîst ên bi şev qaşo bi navê “PENÇE KÎLÎT” dane destpêkirin, wê bi berxwedaneke dîrokî re rû bi rû bimîne û ev êrîş dê binbikeve. Hê di ser êrîşê re 24 saet derbas nebû, dagirker hatin rawestandin û bi dehan kuştî û birîndarên wan çêbûn û ji hin cihan neçar hat hîştin ku vekişin.
Di vê rewşê de li metropolên Kurdistan û Tirkiyeyê erkên girîng ên ciwanan hene. Divê ciwan erka ku gerîla bi berxwedan û meşa serkeftinê pêk tîne, li hemû metropolan û her tiştî veguherînin dojehê. Em weke DGH û DGK-H’ê dewleta Tirk a faşîst û hevkarê PDK’ê ku berpirsyarê vê êrîşê ne, weke erka xwe ya sereke dinirxînin û diyar dikin ku em ê bi ruhê tolhildanê hesab ji wan bipirsin.
Em weke DGH û DGK- H’ê bang li hemû ciwanên welatparêz ên şoreşger dikin ku ji bo TC’ya faşîst a ku van êrîşan pêk aniye jîyanê bikin dojeh û hesab ji hemû hêzên hevkar û di serî de PDK’ê bipirsin û dibêjin îro roja berxwedanê ye. Di çarçoveya Pêngava Werîn Cenga Azadiyê de li kêleka gerîla meşa serkeftinê, em we vedixwînin ku tevlî gerîla bibin û şer bikin.”