MINBIC – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Kombûna Jinan a Zenûbya ya Minbic û Gundewarên wê li Stada Sudasî ya li naverasta bajêr daxuyaniyek da. Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbicê Ehmed El-Cimêlî daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Kombûna Jinên Zenûbya ya Minbic û Gundewarên wê em êrişên dewleta Tirk a faşîst ên bi tevkariya PDK’ê li ser HPG’ê li Zapê şermezar dikin.
Ev êriş ji hêla faşîstan ve bê navber li dijî hevalên me gerîla pêk tên. Ev hemû jî da ku projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan têk bibe ku azadiya civakê misoger dike, wê ji zulm, koletî û bendestiyê rizgar dike, pêk tên.
Armanca van êrişan vîna mirovê azad têk bibin. Lê bi saya fikrê rêber Abdullah Ocalan ku vîn û hêz di me de çandiye dê çawa li Garê têk çûn, dîsa têk biçin û êrişên wan ên hovane israra me li hember serkeftinê zêde dikin.
Dewletên kapîtalîst îdia dikin ku PKK’ê partiyekî terorîst e. Van hemûyan dikin, ji ber bi fikrê rêber Ocalan PKK’ê hewl dide gelan ji rejîmên desthilat û modernîteya kapîtalîzmê ku bê navber gelan qetil dikin, rizgar bike.
Yên gelan dikujin, ew terorîst in û yên parastina mafên gelan dikin mîna PKK’ê divê piştevanî wan werin kirin û ji hêla gelên azadiya xwe dixwazin werin xelatkirin.
Em soz didin rêber Ocalan û gerîlayan ku em têkoşîna li ser rêgeha neteweya demokratîk û biratiya gelan li dijî dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê berdewam bikin.”