STENBOL – Her ku diçe tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan giran dibe, krîz û kaos ji kûrtir dibe. Zindan yek ji wan cihên ku ev rewşa ku hemû cîhan kişandiye nava krîz û kaosê, herî zêde tê jiyîn e.
Li hemberî nûçeyên îşkence, tecawiz û qetlîamê her roj ji zindanan tên, ciwan berxwedana xwe li kolanan mezin dikin. Ciwanên Welatparêz li taxa Kuçukçekmece ya Stenbolê çalakiyek li dar xistin û bal kişandin ser wê yekê ku bertekên herî mezin ên li hemberî polîtîkayên îşkenceyê derketina kolanan e.
Ciwanên Welatparêz bang li hemû ciwan û jinên ciwan jî kirin ku li dijî hovîtiya li girtîgehan û polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd tên meşandin, bikevin nava liv û tevgerê.