Nasnav: Ekîn SANEM
Nav û Paşnav: Esra BULUT
Dîrok û Cihê Şehadetê: 12’ê Adara 2008/ Besta
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê têkildarî şehadeta gerîla Ekîn di daxuyaniya ku weşand wiha dibêje:
“…Hevala me Ekîn, wek milîtaneke YJA-STAR wek nûnerek hêja ya hêzên me yên bi taybet hatine amadekirin, sala bihurî jî feydeyeke mezin li şerê Botanê kiriye. Zanîbû di rêya Sorxwînan, Rozayan, Yildiz û Gulbaharan de bimeşe.
Dema jinûve avakirina PKK’ê hat rojevê, di pêvajoya berê de ji her kesî zêdetir ev pêdivî hîs kir û bû yek ji wan hevalên herî zêde feydeya wan li xebatên jinûve avakirinê bû.
Dîsa hem bi asta xwe ya serwextbûnê hem jî bi hevrêtiya xwe, feyde li perwerdeya bi dehan milîtanan kiriye. Di xebatên me yên propagandayê de rolekî girîng lîstiye.
Ev hemû ponijandina rêxistinî ya îdeolojîk neqlî şerê gerîla yê mezin kir û tevlîbûna nav qehremanên Hêzil bi ser xistiye.”
Hevaleke gerîla Ekîn wer behsa wê dike:
“Zeman ku mîna avê diherike, em tiştên ku zeman ji me wergirtine difikirin an jî me çi tevlî zeman nekiriye. Tu dibêjî qey beşa zeman di kareya wêneyekî de disekine û ji bo ew bîranîna berê kiriye nav kareyê de, dixwaze vê nîşanî her kesî bike, ji ber tenê saniyeyeke bi dehan milîtan û şervanên azadiyê yên di kenê xwe de jiyanê diafirînin dikişîne dibe ku yek ji tiştên li dû mirov dimîne. Hevala Ekîn jî tenê yek ji wan hevalan bû. Divê mirov çawa behsa wê bike ez tam nizanim. Ez dizanim ku peyv têra vê nakin. Cara destpêkê dema min ew dît û me hevdu nas kir tê bîra min. Di Cotmeha sala 1997’an de me hevdu nas kiribû.
Sedema esasî ya eleqeya wê ku bi PKK’ê û têkoşînê re çêbû lêgerîna wê ya azadî û heqîqetê bû. Bersiva pirsa, ‘Divê mirov çawa bijî?’ dîtibû; mirov bi feraseta jiyana heyî nejiyaba, lê divê çi danîba şûna wê? Tişta lê digeriya bersiva ji pirsa, ‘Divê mirov çawa bijî?’ re bû. Di vê xisûsê de kêfxweş bû. bi awayekî hostayî û zana gelek pirs dikirin û ya heyî lêpirsîn dikir.
Heta dawiya sala 1998’an vê pêvajoyê dewam kir. Ev pêvajoyeke lêkolîn, nîqaş û naskirinê bû. Dema kevirek li cama odeya me ya li yûrda şagirtan diket, me fêm dikir ku hevala Ekîn li benda me ye. Dîsa bi komek pirs hatibû. Di vê çarçoveyê de xwe zelal dikir û tevlî dibû. Lewma ez ji tevlîbûna wê re dibêjim ‘tevlîbûna îdeolojîk’. Piştî bi salan me li dibistana jinûve avakirina PKK’ê hevdu dît. Weke tê zanîn sala 2004’an saleke wisa bû ku tesfiyekarî bi awayekî zêde li ser rêxistinê dihat ferzkirin. Di vê çarçoveyê de hevala Ekîn yek ji wan hevalan bû dixwest di nav xebatên Jinûve Avakirina PKK’ê de cih bigire.
Tevî ku di nav kevneşopiya civaka Tirk de mezin bibû jî, di nav jiyana xwe de bi tevlîbûn û gurûgeşiya xwe bal dikişand. Heta weke miroveke ku li çoleke bêav bi awayekî têr û sertêr avê vexwe, di nav PKK’ê de ya lê digeriya ku dîtibû û dixwest vê îdeolojiyê têr û sertêr vexwe, ev têr û tijî di jiyana xwe de nîşan dida. Dîsa ji bo naskirina çand û kevneşopiyên Kurd xwedî hewldaneke mezin bû. Li hember her cure pirsgirêkan ku xwedî sekneke bêşik û bi cesaret bû, dilsoziya wê ya bi armancê ve nîşan dida. Hevaleke wer bû ku dixwest xwe di PKK’ê de ji nû ve biafirîne.
Ji bo tiştên di perwerdeyan de wergirtine di nav pratîkê de nîşan bide, bi israreke mezin dixwest biçe qada şer. Dema ber bi Botanê ve diket rê bi kenê li ser rûyê xwe û şewqa di çavên xwe de mîna digot: ‘Ez bi ser ketim’. Kêfxweşiya heval Ekîn a dema diçû Botanê zehmet e mirov bi peyvan bîne ziman. Mîna bêje, ‘Êdî wext hatiye mirov dilsozî û girêdana xwe ya bi Rêbertî, şehîdan, hevrêyan û gel re nîşanî dinya û alemê bike’ di nav coşekê de bû. Vê coşa wê bi awayekî ku weke di her xebata xwe di şer de jî bi ruhekî fedayî cih bigire, mirov bîne ziman wê ne şaş be. Ji ber heval Ekîn xwedî sekneke zelal, ji bo bigihêje taybetmendiyên milîtantiyê di nav hewldaneke zêde de bû, ji bo armanca xwe bêteredût dikarîbû canê xwe bide. Hevaleke xwedî pîvan bû.
Dema di pevçûneke li Besta birîndar dibe, xwesteka hevalên xwe yên dixwestin wê bibin ku red kir, û bombeya xwe di xwe de teqand, ew lêgerîna wî ya li ser esasê armanca mezin bi dawî nebû. Berevajî wê heta ev lêgerîna wê bigihêje armanca xwe wê bênavber bidome. Eger pirsa, ‘Divê sekna fedayiyekê/î çawa be?’ bê pirsîn, em dikarin bêjin yek ji wan bersivan hevala Ekîn e.
Rêber Apo di nirxandineke xwe ya têkildarî şehîdan de wer dibêje: “Şehîd, nirxên me yên jiyanê ne ku mecbûr dikin ji her demê zêdetir em nêzî rastiyê bibin, her dem hestên me yên berpirsiyariyê qewîn dikin; di heman demê de ev nirxên me yên jiyanê ne ku pêwîst e ji wan re rêz û hurmet were nîşandan û di her kêliya jiyana me de em wan hakim bikin. Şehîd ji rêgezan tawîz nedayîn e. Her yek ji wan parçeyek ji welat, her yek ji wan lehengek e. Dê ew di civakek azad de weke gulekê spîsax bijîn. Weke guleke sipsor wê her tim cihên civakê bixemilînin û wê bibin pêta agirê azadiyê yê her tim gur dibe.”