NAVENDA NÛÇEYAN –
Aslan Aslan Nivîsand
Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî di daxuyaniyeke xwe de gotibû wî şerê birakujî li xwe heram kiriye. Qesta wî jî şerê wan ê bi PKK’ê re ye. Ew şerê ku bû sedema kuştina bi hezaran kurdî. Ji salên 1990’î û şûnde dewleta tirk rê û rêbazek nema li dijî PKK’ê bi kar neanî. Li aliyekî cerdevanî xist meriyetê, li aliyê din sîxurên kurdan çêkirin. Ev polîtîkaya qirkirin û dagirkeriyê herî zêde li ser axa bakurê Kurdistanê di meriyetê de bû. Lê li başûrê Kurdistanê jî vala nesekinî. Ji bo ku karibe PKK’ê têk bibe partiyên kurdan da kêleka xwe. Li vê derê jî rola sereke ya PDK’ê bû. Tevî ku PDK bi YNK’ê re di nava şerekî de bû, li hev kirin û berê xwe dan PKK’ê. Amerîkayê ew li hev anîn û bi şertê ku li dijî PKK’ê şer bikin statuyek dan wan. Li aliyekî parlemento ji wan re vekirin û hin tişt xistin destê wan. Lê tevî ku şerê PKK’ê jî kirin nekarîn PKK’ê têk bibin.
Di van salên dawî de dewleta tirk êrişên dagirkeriyê li ser axa başûr zêde kirin. Hema bêje nîvê axa başûr dagir kir. Ev jî bi erêkirina PDK’ê pêk hat. Rayedarên PDK’ê qet dengê xwe li vê dagirkeriyê dernexistin. Bi sedan gund vala kirin û xwezaya li welat talan kirin. Lê çi ecêbe ku dengê xwe li vê felaketê nekirin. Eger şerê dewletê li dijî PKK’ê bûya ewqasî dagirkerî pêş nedixist. Eger derdê dewletê PKK bûya ewqas sal li başûrê Kurdistanê nedima. Lê derdê wê ne ew bû. Derdê Erdogan û desthilatdariya wî sedsaliya peymana Lozanê ye. Ew dixwazin di sedsaliya Lozanê de bighêjin hedefa xwe. Hedefa wan jî ewe ku temamiya başûr têkeve bin kontrola wan. Gelo Barzanî yanî PDK vê yekê dizane an na ? Eger dizanin çima ewqasî rê li wan vedikin.
Derdê dewleta tirk di heman demê de dagirkirina axa Rojava ye jî. Lê li dijî li dijî vê dagirkeriyê berxwedanek heye. Tevî ku ne dewlet û herêmeke federale jî li ber xwe dide. Tevî ku di fermiyetê de statuya wê tineye jî li dijî her cûre êrişan li ber xwe dide. Tevî ku derdora wê bi ambargoyan hatiye dorpêçkirin, lê dîsa jî kare bi tena serê xwe li ser piyan bimîne. Tişta ku kurdan li ser piyan bihêle ev îrade ye. Ne ku wekî Barzaniyan xwe bi dewleta tirk, Amerîka, Îran û Îsraîlê ve girê bide. Barzaniyan ji bo berjewendiyên xwe stratejiyek danîne pêşiya xwe. Bi dagirker û mêtîngeran re dimeşin û tenê ji bo xwe ne. Ji bo wan axa û welat tineye. Eger bêrîka wan tije be û mal û milkên wan hebe bes e. Dizî û talana li başûrê Kurdistanê kirine bê hed û bê hesab e. Li wê derê hejariyek mezin heye, lê serkirdeyên wan ango Nêçîrvan û Mesrûr ketine heyra xwe. Ji Amerîka heta Dûbaî, ji Tirkiyê heta Lubnanê bi milyaran dolar mal û milkên wan hene. Eger derdê wan Kurdistan an jî welatek azad bûya nedidan pey mal û milkên dinyayê.
Îro yên li pey welatek azad têdikoşin hene. Ew jî li çiyayên Kurdistanê ne. Li deşt û newalan li dijî dagirkeran li ber xwe didin. Li pey wan ne dewletek ne jî hêzekî cîhanî heye. Ne mal û milkên wan heye, ne jî pereyên wan. Her tiştî ji bo welatek azad dikin. Wê dîrok behsa qehremaniya van kesan bike. Yên ku keda xelkê dixwin û pereyên xelkê didizin wê di dîrokê de her tim rûreş bin. Sed salê din dema ku zarok û ciwanên kurd li dîroka kurdan binêrin wê vê yekê bibînin. Wê dizî û talana Barzaniyan bixwînin. Di heman demê de wê qehremaniya gerîlayên PKK’ê û Kurdên berxwedêr bixwînin. Yên bi dagirkeran re dimeşin û destûrê didin dagirkeriyê wê her tim rûreş bimînin. Barzanî ku dibêje min şerê birakujî li xwe heram kiriye wê niha çi bêje gelo ? Gelo wê vî şerî li xwe heram bike, an jî navê xwe biherimîne ? Eger Barzanî dixwaze di dîrokê de wekî rêberekî kurdan navê wî hebe divê rê nede dagirkeriyê. Hevkariya bi dagirkeran re wê dawiya wî bîne. Îca ew dizane. Kurdan riya berxwedan û azadiyê daniye pêşiya xwe. Bila ew jî riyekê ji xwe re hilbijêre. Eger dixwaze bi kurdan re bimeşe bila keremke…