HEWLÊR – Siyasetmedarê ji Başûrê Kurdistanê Kawa Nadir li ser mijarên hevkariya PDK’ê ya dawî bi dewleta dagirker a Tirk re axivî. Nêzîkbûna ku di 14 ‘ê Nîsanê de ji bo bîranîna Enfalê ji aliyê malbatên şehîdan ve bi hêrs li hember hikûmeta Herêma Kurdistanê derket holê. Bi navê PKK’ê her roj gelê Şengalê sînordar dikin û êrîşên dagirkeriyê tên kirin. Kampanya derxistina PKK’ê di lîsteya terorê de û girîngiya vê kampanyayê…
Di derheqê van mijaran de me nêrînên sîyasetmedar Kawa Nadir girt. Kawa Nadir ji ajansa me Nûçe Ciwan re wiha axivî:
– Hevkariya PDK’ê ya dawî bi dewleta dagirker a Tirk re van rojane pir rojeve. Bi dîtina we, di demekê de ku her roj dagirkerên Tirk êrîşî Kurdistanê dikirin, sedema vê çi ye?
Dewleta Tirk ev demeke dirêj e hewl dide bi Kurdan re şerekî Kurdan biafirîne. Û ev jî tenê di xizmet berjewendiya dijmin e. Ev bi rastî ji bo civaka Kurdistanê xaleke lawaz e ji ber ku heta niha nekariye di dîroka Kurdistanê de tu jibo grîngiya yekyetî dersekê derbixîne. Dewleta dagirker a Tirk ji mêj ve xwe ji êrîşê re hazir kiriye û her wiha ji bo ku hîn şexsa nav PDK’ê bikişîne. Sedema neserketina wan nebûna zemîna vî şerî ye. Li hemberî helwesta neteweyî ya Kurd û Kurdistanê jî asta welatparêzî u grêdanbûna gelê Kurd asteng dibînin. Reftara mêtingeriya Tirk a li herêmên Başûrê Kurdistanê ku dagir kiriye hişk, tund û namirovî ye. Li aliyê din dewleta dagirker a Tirk zextê li PDK’ê dike ku bi gerîlla re şer bike. Armanca dijmin a di plana şerê navxweyî de têkbirina hevsengiyên hêzên Kurd ên li qadan û parçeyên Kurdistanê ye, ji bo aciz kirina hêzên Kurd û Kurdistanê bû. Her hêz an jî partiyeke di vî şerî de cih digire, mîna xwekuştinê, wê ji her alî bêhtir zerarê bide xwe. Hesen Xêrî, Swara Hemîdî çiqas feyde dît? Kî vî şerî bike wê ewqas sûdê jê wergire
-Di merasîma Enfalê ya 14’ê Nîsanê de hêrsa malbatên şehîdan a li hemberî PDK’ê derket holê. Wek mînak hêrsa dayikekê li merasîma Çemçemalê nîşaneya hêrsa gel a li hemberî PDK’ê û doza wê ye. Hûn dikarin li ser vê yekê çi bibêjin?
Ya rast hêrsa ku li Çemçemalê derketî holê tenê bi malbatên şehîdên Enfalê re ne sînordar e. Li hemberî biryara cezaya zêdetirî 200 Enfalçî pêk ne anîn, garantîkirina mal û pereyên wan û nêzîkbûna germ a rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û parastina wan li Hewlêrê jî gel pir aciz kiriye.
– Li ser Şengalê polîtîkaya çavtirsandin û pilaneke domdar heye. Bi bahaneya PKK’ê her roj li dijî gelê Şengalê êrîş û dorpêçeke domdar heye. Pêşeroj ya Şengalê çi were jiyan kirin?
Şengal xwedî pozîsyoneke girîng a erdnigariye . Stratejiya di warê aborî , leşkerî , siyasî û civakî de girîng e . di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de cih digire Dewleta dagirker a Tirk bi salane fobiya hebûna Kurd jiyan dike û ji Kurdan ditirse, lewma bi her awayî ewê ku yekîtiyeke neteweyî ava bike yan jî alîkariya afirandina yekîtiyeke neteweyî bike. Dewleta dagirker a Tirk êrîşê dibe ser wê. Ne hewce ye ku di berjewendiya xwe de be yan na. Ew tenê êrîş debaser. Minak Dema komploya nêvnetewî li dijî Rêber Apo ji bo wan pir le zerer bû. Şengal niha daxwaza rêveberiya xwe ya xweser dike. Girîngiya Sengalê ji bo destdirêjiyên Tirkiyê ew e ku ev pira di navbera başûr û rojavayê. Jibona qot kirina vê rêya Şingalê di bin hinceta pkkê de êrîş bike.
– Polîtîkayên îro ji bo ciwanên başûrê Kurdistanê û hemû parçeyên Kurdistanê balkêş e û her wiha dezgehên îstixbaratê di her warî de dixwazin ciwanan bi awayên cuda ji bo sîxûrtiyê weke amûrekê bi kar bînin. Ji bo ku ciwan nekevin vê xefikê divê çi bikin û çawa tedbîrê xwe bigrin?
Ciwan xezîneyên here binirx a Kurdistanê ne û gelê Kurd û Kurdistanê li bendê ne ku ev welat di roja pêşî xwe da ji aliyê wan ve were ava kirin û ev ciwanin ku di çarenivîsa pêşeroja Kurdistanê diyar bikin. Dagirkerên Kurdistanê ji mêj ve li ser ciwanan dixebitin ku wan rêya şaş bikin. Bi awayên cuda, wek teşwîqkirina wan ji bo derketina derveyî welat, xapandina wan ji bo bekar anîna madeya hişbir, bi taybetî li Rojhilat û dûrxistina wan ji pirsgirêka Kurd, bi fikrên cuda wan teşwîq dikin. Di rastiyê de îro ciwan parçeyek ji rastiya Tevgera Azadiyê ne.
– Wekî hûn dizanin kampanyayek ji bo derxistina PKK’ê di lîsteya terorê de dest pê kiriye, çawa bû ku ev kampanya li Başûrê Kurdistanê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Girîngiya vê kampanyayê çi ye?
Dewleta dagirker a Tirkiyeyê dewrpêçekî berfireh li ser PKK’ê bi honceta lîsteya terir ferz kiriye. Bi betalkirina vê dorpêçiyê re wê girîngiya vê kampanyayê derdikeve holê. hebûna dewleteke dagirker a Tirk a box we hebûneke terorîstiye.