BEHDÎNAN – Artêşa Tirk a dagirker ku ji 17’ê Nîsanê û vir ve êrîşên dagirkeriyê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne, niha jî dixwaze li navçeya Şêladize ya di bin kontrola PDK’ê de li herêma Kurêjaro bi cih bibe.
Artêşa Tirk a dagirker dema dixwastin bi peyatî li girê Şehîd Şemdîn bi cih bibin, ji aliyê HPG’ê ve bi taktîka sabotajê hate lêdan. 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.
Hewldana artêşa Tirk a ji bo dagirkirina Kurêjaro ya girêdayî navçeya Şêladizeyê didome.