STENBOL – Dewleta Tirk a dagirker tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û di şexsê wî de li ser gelê Kurd dimeşîne. Dewleta Tirk a ku bi tunebûna gelê Kurd re hewl dide hebûna xwe bidomîne, bi êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi polîtîkayên îşkence û qetlîamê yên li dijî girtiyên di zindanan de hewl dide hilweşîna xwe rawestîne.
Bertek, hêrs û çalakiyên ciwanên Kurd ên li dijî dewleta Tirk a ku di êrîşên dagirkeriyê de derbên giran xwarin, her ku diçe dadikevin qadan. Ciwanên Welatparêz bi kiryarên xwe teşhîrkirina dewleta Tirk didomînin. Ciwanên Welatparêz ku li navçeya Zeytînburnu ya Stenbolê bi xebatên xwe yên nivîskî dewleta Tirk eşkere kirin, biryardariya xwe ya berfirehkirina çalakiyên xwe û berxwedana li dijî faşîzmê nîşan dan.
Ciwanên Welatparêz di nivîsan de gotin: “Dewleta Tirk wê hesab bide”, “Esat Oktayan wê silavên Laz Kemal bigirin”, “Dawî li tecrîdê, faşîzmê, dagirkeriyê bînin”, “Bijî Berxwedana Zindanan.”