NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk a faşîst di 17’ê Nîsanê de bi hevkariya PDK’ê êrîşeke dagirkeriyê ya berfireh li ser qadên gerîla da destpêkirin. Berxwedana dîrokî ya gerîla ya li hemberî van êrîşan bi lez û bez ber bi serketinê ve diçe.
Ciwanên li bajaran li berxwe didin, gerîlayên li çiyayan şer dikin silav dikin. Banga çalakiyê ya DGH û DGK-H’ê ya li dijî operasyona dagirkeriyê ya dewleta Tirk ji aliyê ciwanên Kurdistanê ve hat hembêzkirin û li gelek cihan çalakiyan dest pê kir.
Herî dawî ciwanên DGH’ê îşev li navçeya Amed Ferqînê çalakiyek li dar xistin. Saet derdora 21.00’an de ciwanên DGH’ê bombeya deng avêtin avahiya SGK’ê ya û cerdevanên hevkar lê diman.
Ciwanên DGH’ê diyar kirin ku ewên li metropolan dawî li dagirkeriyê bînin û diyar kirin ku heta operasyona dagirkeriyê bidome dê çalakiyên wan bidomin.