KOBANÊ – “Konê berxwedanê” li qada Şehîd Egîd a li navarasta bajarê Kobanê hat vedan. Kon bi wêneyên şehîdan û pankartên bi nivîsên “Bijî berxwedana li dijî dagirkeriyê, na ji xiyanetê re, bijî yekitiya gelan, bijî berxwedana gerîla û na ji xiyaneta PDK`ê re” hate xemilandin.
Bi dehan şêniyên kantona Kobanê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, nûnerên partiyên siyasî yên herêma Firatê tev li çalakiyê bûn.
Çalakiya Konê Berxwedanê ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê yên herêma Firatê ve hatiye orgenîzekirin.
Hevserokê Meclisa Ciwanan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mistefa Sedîq daxuyaniye da û tê de êrişa hevkar a PDK`ê û dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîla û Herêmên Parastinê yên Medyayê, şermezar kir.
Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku êrişên hevbeş ên li dijî gerîla bi armanca qirkirina Kurdan tên kirin û hat teqezkirin ku dê gerîla di şerê xwe yê hebûn û nebûnê de bi ser bikevin.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Kurd hate kirin ku piştgiriya gerîla bikin.
Tê payîn ku çalakiya konvedanê 3 rojan bi beşdariya saziyên sivîl ên herêma Firatê dewam bike. Sibê dê ji navçeyên Sirîn, Qenayê, Çelebiyê, Şêran û Meclisa Kantona Kobanê ji saet 10`ê sibê heta 3`yê piştî nîvro beşdarî çalakî bibin.