STENBOL – Dewleta Tirk a dagirker tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û di şexsê wî de li ser gelê Kurd dimeşîne.
Hêrsa ciwanan a li hemberî dewleta Tirk a ku bi tunebûna gelê Kurd re hewl dide hebûna xwe biparêze, zêde dibe. Ciwanên Welatparêz bi kiryarên xwe yên li dijî tecrîd û îşkenceyê, teşhîrkirina dewleta Tirk didomînin.
Gotarên “Ciwan fedaiyê Rêber Apo ne“, “Bijî Serok Apo”, “PKK”, “Tecrîd sûc e”, “Bijî Berxwedana Zindanan”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ye” di nivîsên Ciwanên Welatparêz de cih girtin.