STENBOL – Li Kampusa Beyazîtê ya Zanîngeha Stenbolê komek ji 20 kesan êrîşî xwendekaran kir.
Kolektîfa Xwendekaran li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û ev agahî parve kir:
“Nêzî 20 faşîstan bi daran êrîşî hevalên me kirin. Piştî ku hevalên me kom paşve xistin, rastî êrîşa ÖGB û polîsan hatin. Hevalên me ji aliyê midûrê emniyetê “Kenan Arslan” ve hatin tehdîtkirin. Em ê têbikoşin heta ku em Beyazît li faşîzmê bikin goristan.”