NAVENDA NÛÇEYAN – 17’ê Nîsanê vir ve Dewleta Tirk ya faşîst li dijî qadên gerîla operasyona dagirkeriyê daye destpê kirin.
Roja ku Mesrûr Barzanî Erdogan re axivî di heman rojê de operasyonê destpê kir. derket holê ku ev operasyon planên PDK û dewleta Tirk ya hevpar e.
Lidijî vê hevkariya malbata Barzanî li her derê Kurdistan û Ewropayê gelê Kurd û dostên wan daketin qadan û hevkariya PDK’ê protesto kirin.
Me jî wek Ajansa Nûçe Ciwan mîkrofona xwe dirêjê gel û ciwanên Rojava kir.
Ciwanê ku bi navê Saber Hisên wiha got:
Sabêr Hisên ji bajarê Hesekê, em wek ciwanên Apoyî, ev pêvajoya dawî ya AKPû QDP ê dixwezin ev destkeftiya 44 salan têk bibin, di şexsê gelê me de, gelê berxwedêr de yê ku li dijî îxanet û sitemkariyê berxwedane û berxwe didin.em wek ciwanên apoyî ciwanên Bakur û Rojhilatê sûriyê hazirin ku vê kompiloya ser serokê me 23 salin têk bibin, ji ber serokê mirovahiyê ye, emê berxwedaniyê bikin.Emê li ser xeta gêrîlayên xwe bin, ji ber gerîla yek ji felsefeya Rêber Apo ye.
Li Hesekê 121 şehîd xwîna wan li erdê ne, Nêçîrvan Berezanî jî diçe hevpeymanan bi Erdoxan re çêdike, cem wan çidike gelo, niha seranserî sînor dîwar digire, ji bo pêşmergeyên roj careke din em dibêjin:nekevin van pilanan, nabe ku hûn bi faşîsta tirk re bimeşin,derî vekiriye hûn kengî vedigerin vegerin, em jî dibêjin ji salên 1980 heya roja îro mala berezanî hertim di kurdistanê de di şexsê PKKê de pêşengtiya xiyanetê kiriye, lê PKKê berxwedane, PKKê hebûne û PKK hebûna vî gelê ye. Em jî bangawaziya me ji bo tevahî gelê kurde ku li pey PKKê bin, li pey felsefeya serok APO bin.
Bijî serok APO.
Bijî gerîlayên serê çiyan.
Ciwan Zilfo Sedon wiha axivî:
Navê min Ciwan Zilfo Sedon. Weke ku hûn dizanin ev demeke pilanek di navbera AKP û PDK de tê çêkirin, ev pilan bi zanebûn çêdibin da ku êrîşî ser çiyayên Kurdistanê bikin. Gel dibêje gel PKK ye û PKK jî gele, em herdu ji hev qut nabin em weke gel çi êrîş were ser PKK ew êrîş li ser me ye jî emê li dijî wê êrîşê derbikevin,dijmin dixwaze şerê birakujiyê çêbike lê em vê yekê qebûl nakin,çi ji me were xwestin jî em amade ne.
Dayîka Şehîd Qehreman jî wiha got:
Navê min Siltanê ez dayîka Şehîd Qehreman im, ez dayîka şehîdan im, em xiyaneta malbata Berezanî ya ku hevkariya dewleta tirk dike şermezar dikin. Em nelet dikin, ez bang li her kurdekî dikim ku em destê hev bigirin û li dijî vê xiyanetê rabin û em vê xiyanetê bişkînin. Em bi hêza xwe bawerin, em bi ciwanên xwe jî bawerin û bi gerîlayên xwe jî bawerin lê bila ev xiyanet bi destê kurdan neyê kirin ez vê dixwazim ku kurd hişê wan were serê wan, bi hezarê salan em bindesr bûn, em li benda vê rojê bûn, îro jî keleman li pêş me derdixin. Ez ji PDK re dibêjim hûn ne kurdin, heya kurdiyet jî bi we re nîne, bese xiyanet emê heya kengî wilo bindest bin, emê wilo kole bin êdî bese koletî. Îro ciwanên me ku hînî weke kulîlkane canê xwe feda dikin û bindestiyê qebûl nakin, rihê xwe didin ji bo têkbirina bindestiyê.
Em ji we re dibêjin: Bila hişê we were serê we û vê koletiyê ji dijmin re nekin û bese koletî.