NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk a dagirker di 17’ê Nîsanê de bi hevkariya PDK’ê êrîşeke dagirkeriyê ya berfireh li ser qadên gerîla da destpêkirin. Leşkerên Tirk ên ku ji bo dagirkeriyê ketibûn xaka Kurdistanê bi tabûtan derdikevin.
Dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê ku nikarin li hemberî berxwedana dîrokî ya gerîla li ber xwe bidin, rastê hêrsa gel û ciwanan tên.
Ciwan li her derê îxanet û hevkariyê teşhîr dikin û berxwedanê bajaran belav dikin. Ciwanên Welatparêz vê carê jî bi nivîsên ku li navçeya Îpekyolu ya Wanê çêkirin, êrîş û îxanet teşhir kirin.
Di nivîsên Ciwanên Welatparêz de “Dagirker û xiyanetkar wê li hemberî berxwedêran bi ser nekevin”, “”, “Komara Tirk a rezîl, hevkar PDK”, “Pençe şikest, derî hat girtin TC li Avaşînê hatbinerdkirin.”