BEHDÎNAN – Karayilan diyar kir ew hê di serê şerekî dîrokî de ne û got “Rêya hebûna gelê me, rêya dahatûyê û rêya azadiyê ya gelê me ji vir derbas dibe. Berdêla vî tiştî çi dibe bila bibe, em ê bidin. Em ji xwe bawer in. Em ê dijmin têk bibin.”
Karayilan ji gelê Başûrê Kurdistanê xwest ku bila wekî sala 2008’an wan bi tenê nehêlin û got “Ev serdemeke awarte ye, divê Her Kurd rîskê bide ber çavê xwe, çi hewce bike, divê wê bike”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê derbarê êrişa ku dewleta Tirk di 17’ê Nîsanê de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dabû dest pê kirin û hevkariya PDK’ê pirsên ANF’ê bersivand.
Dewleta Tirk di 17’ê Nîsanê de li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişeke berfireh dabû destpêkirin. Bi vê êrişê re dixwazin çi bikin?
Beriya her tiştî ez dixwazim vî tiştî diyar bikim, ev êrişên dijmin ne êrişên adetî ne. Dewleta Tirk ji sala 2016’an û vir ve bi konsepteke nû tevdigere, ji xwe re stratejik kiriye esaas. Armanca vê straejiyê ev e, ji bo ku ew têkevin pêşiya têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê divê Tirkiye biçûk nebe û biryar dane ku Tirkiyeyê mezintir bikin. Di vê çarçoveyê de dane ber xwe ku sînorên Mîsak-i Mîllî di warê leşkerî, siyasî û ekonomî de û di qadên din de têxin bin kontrola xwe. Di heman demê de bi vî awayî armanca wan ev e ku bernameya Osmaniya Nû têxin meriyetê û Tirkiyeyê bikin dewleta herî mezin a li herêmê. Di cewhera konsepta wan de ev heye. Ji ber vê demeke dirêj e li dijî me şer bikin. Ne bi tenê di warê leşkerî, di warê siyasî û civakî û çandî de û di hemû waran de êrişî gelê Kurd dikin. Li ser Rêber Apo êşkenceyeke ku di dinyayê de mînaka wê tune, pêk tînin. Her tiştî bi awayekî awarte dinirxînin û tên ser me.
Wekî ku tê zanîn di sala 2021’and e jî hedefa wan ev bû ku Herêmên Parastinê yên Medyayê bikin hedef. Ji ber vê hê berf li erdê bû, bi awayekî surprîz êrişî Garê kirin. Tê zanîn, wê demê derbên giran xwarin. Piştre bi awayekî berfireh êrişî Zap, Metîna û Avaşînê kirin. Wan dabûn ber xwe ku van deran dagir bikin û ji wir jî xwe bigihînin Garê û Qendîlê. Di nava sê mehan de wê her der dagir bikirina. Lê derbên giran xwarin û têk çûn.Dibe ku li çend cihan dest danîn ser hinek giran lê gerîla berxwedaneke mezin nîşan da.
NEKARÎN TÊKÇÛNA DI SALA 2021’AN DE QEBÛL BIKIN
Me dizanibû ku wê dewleta Tirk bi hêsanî vî tiştî qebûl neke. Ji ber peywira ku hikumeta AKP û MHP’ê ya faşîst wergirtiye divê ev stratejî pêk were. Lê nekarîn vî tiştî bikin û ber bi hilweşandinê ve diçin. Roj bi roj qelstir dibin. Hê saleke wan hene lê dewlet bi xwe jî dixwaze ev stratejî bi ser bikeve. Ji ber vê êrişên berfirehtir amade kirin.
Bêguman haya me jê çêdibû. Çavê me her dem li ser dijmin e, wan hêzên xwe perwerde dikirin, leşkerên xwe perwerde dikirin, di warê siyasî û dîplomasiyê de jî hêzên xwe yên herêmî amade dikirin. Lê ji bo ku hêzên navneteweyî tu kes li hemberî wê dernekeve û piştgiriyê bidin wan amadekarî kirin. Bi kurtasî dewleta Tirk him bi awayekî veşartî û him jî bi awayekî berfireh di warê dîplomatîk û leşkerî amadekarî dikirin. Di 17’ê Nîsanê de jî ev êriş wisa hatin destpêkirin.
NE OPERASYON E ŞEREKÎ MEZIN E
A rast mirov dikare bibêje di 14’ê Nîsanê de ev êriş dest pê kiriye, ji ber ku beriya wê bi qasî sê rojan êrişên hewayî dest pê kir û ev qad hatin bomberdûmankirin. Di lîteratura leşkerî de jê re dibêjin ‘Nermkirin’. Ji bo ku hedefên li ber xwe qels bikin, êrişên dagirker kirin. Piştre jî di 17’ê Nîsanê de bi şev ji aliyê başûr û bakur êriş kirin. Hewl dan leşkerên xwe ji hewayî ve deynin erdê. Ev ne operasyon e, ev şerekî mezin e. Tu dewlet wisa bi hêsanî bi hev re şer nakin. Ez ne bawer im li Ukraynayê jî eniyên wisa tune û her dem şer tê kirin. Ev şerekî mezin e. Dewleta Tirk a dagirker berê jî teknîk û çekên kîmyewî bi kar dianî. Dema em li ya niha dinihêrin em dibînin bêtir giranî dane ser teknîkê. Di heman demê de helîkopter, balefirên şer, balefirên keşfê difirin, ji bejahî ve êriş dikin û ji qereqolên li ser sînor topên obusê diavêjin. Bi kurtasî armanca wan bomberdûmana bênavber û êrişa teqez e.
WÊ ŞER GURTIR BIBE
Ev herêmên ku êriş kirine, ne herêmên adetî yên hêsan in. Zap û Avaşîn mekanê berxwedanên dîrokî ye. Divê gelê me û her kes baş bi vî tiştî bizanibe, wê şer gurtir bibe. Ev teknîkeke xurt bi kar tînin û dixwazin encamekê bistînin. Lê têra xwe tecrubeyên hevalên me jî heye. Bi taybetî par di warê binê erdê û ser erdê de dayîna li dijmin û xweparastinê de tecrube çêbûn. Ji ber vê ew ê şerekî dîrokî pêk were.
Em niha di serî de ne, du roj in şer didome û em ê têkevin roja sêyemîn. Me name ji hevalan re şand û ew pîroz kirin. Di her pêvajoyê de rojên pêşîn gelekî girîng in. Heval di rojên pêş de jî bûn xwedî serkeftinê. Hêzên dagirker dibêjin nizanim me ev der bi dest xist bi tenê serbazekî me mir lê rastî ne wisa ye. Rastiyan nabêjin, raya giştî dixapînin û dixwazin di nav civaka Tirkiyeyê de jî atmosferekê çêbikin. Bêguman ev şer ji bo rejîma faşîst û qirker gelekî girîng e. Ev ji bo wan meseleyek man û nemanê ye. Heke Bahçelî û Erdogan di vî şerî de têk biçin, di heman demê de wê wan têxînin girtîgehê. Ev qasî dizî û sûc kirine, wê teqez werin darizandin.Ji ber vê hemû derfetên Tirkiyeyê seferber kirin. Rîsk dane ber çavê xwe û ji bo ku bi ser bikevin li derve û hundir ji destê wan çi were wê bikin û ew ê bikin jî.
JI BO GELÊ KURD ŞEREKÎ STRATEJÎK E
Ev şer ne bi tenê şerê PKK û dewleta Tirk e. Hinek derdora tiştên berevajî vî tiştî dibêjin. Na. Di vir de şaşiyek mezin heye. Ev şer li ser stratejiyekê dimeşe. Hedefa yekemîn a vê stratejiyê PKK ye lê hedef ne bi tenê PKK ye. Hedefên wan ên din jî hene. Hedefa wan ev e ku hemû destkeftiyên gelê Kurd tasfiye bikin. Piştre jî wê gelê Ereb têxin bin bandora xwe. Ne bi tenê çiyayên Kurdistanê wê Hewlêr û Bexdayê jî têxin bin kontrola xwe. Bêguman hedefa pêşîn PKK ye lê di esasê xwe de hedefa wan destkeftiyên gelê Kurd e. Ji ber vê ev şer ji bo gelê Kurd bûye şerê man û nemanê.
Di sala 2016’an de jî dema hatin Çelê gotin ‘Ev şerê man û nemanê û şerê rizgariya Tirkiyeyê ye.’ Rast e belkî ji bo Tirkiyeyê wisa ye, lê ew jî evqasî ne cahil in. Em jî dizanin ev şer ji bo me şerê man û nemanê ye. Em ne bi tenê ji bo PKK’ê ji bo gelê Kurd jî vî tiştî dibêjin. Heke ev bi ser bikevin wê hemû Kurdistanê têxin bin siyaseta qirkirinê. Ji xeynî vê tu tiştekî din wê nedin ber çavê xwe.
EV MESELEYA MAN Û NEMANÊ YE
Hemû hêza Tirkiyeyê ji bo vî şerî xerc kirin.Niha gelên Tirkiyeyê çima birçî ne? Tirkiye welatekî dewlemend e lê hemû dahata xwe bi awayekî veşartî û eşkere dan şer. Niha wê ji wan re bibêjin ‘We evqasî pere xerc kir lê hûn bi ser neketin’ û derbarê wan ew ê lêpirsînê bidin destpêkirin. Ji ber vê desthilatdariya Erdogan û Bahçelî ji bo ku desthilatdariya xwe bidomînin û li Kurdistanê serweriya pergala faşîst bidomînin dixwazin li hemberî me bi ser bikevin. Ev tişt ji bo wan jî û ji bo me jî gelekî girîng e. Ev ji bo gelê me û ji bo gelê Ereb û gelên Rojhilata Navîn girîng e. Ew li pêy xeyalên Osmaniya Nû ne û guh nadin kesî. Dixwazin careke din vegerin ser axa Osmaniyan. Ev ne planeke wisa veşartî ye. Ma her roj ji bo Kerkûkê nabêjin ‘A rast a me ye lê ji me stendin’ Nexwe hesabekî wan heye û heke ne wisa be, leşkerên wan li Başîkayê çi dikin? Li Kerkûkê çima evqas amadekariyê dikin? Heke stratejiya wan pêk were, wê statuya Kurdan têkeve xetereyê û ji holê rabe. Ji bo ku li xweşiya rayedarên PDK’ê biçe ji wan re dibêjin ‘Hûn rêveberiya Kurdan in’ Gelo hûn rêveberiya Kurdên ku derê ne? Ji bo wan dibêjin Rêveberiya Kurdên Bakurê Iraqê yan jî Serokwezîrê Kurdên Bakurê Iraqê. Ne li nava Tirkiyeyê û ne jî li derveyî wê Kurdan nas nakin. Kurdistanê qet nas nakin. Heqîqeta wan ev e. Xwe li ser vê konseptê rêxistin kirine û ev şer li ser vî esasî didome.
Divê gelê me baş bi vî tiştî bizanibe, li gorî me ev pêvajoyeke awarte ye. Ango seferberî ye, divê her kes çi tiştên ji destê wan tê bike. Em ji serdemek gelekî girîng û krîtîk derbas dibin, gelekî hesas e. Divê em vê pêla êrişê ya dijmin bişkînin, heke ev were şikandin, wê li Tirkiye û Kurdistan û herêmê serdemeke nû dest pê bike. wê çareserî pêk were, azadî û demokrasî bi pêş ve biçe. Li ser vî esasî ev berxwedan, berxwedana demokrasî û azadiyê ye. Ev berxwedana hebûna gelê Kurd e. Ev berxwedana azadiyê ya gelê Kurd e, berxwedana demokrasiyê ya gelên herêmê ye.
Di van êrişan de rol û mîsyona PDK’ê çi ye? PDK di kîjan astê de tevlî vê operasyonê dibe?
Par jî PDK’ê piştgirî da vê stratejiya Tirkiyeyê. Hevkariyek kirin. Ev çawa kirin? Dora gerîla girtin û li ser gerîla ambargo pêk anîn. Ji aliyê din jî îstîxbarat kom kirin û bi rêxistinên îstîxbaratê ve xebitîn. Ji xeynî wê li pêşiya xeta gerîla kemîn danîn. Li Xelîfanê du caran êrişî gerîlayan kirin û gerîla şehîd bun. Par jî li ser vî esasî hevkariyek kirin. Lê wer xuyaye Tirkiye qîma xwe bi vî tiştî nayne û di asta herî bilind de, bi rayedarên PDK’ê hevdîtinan dikin. Wisa xuyaye PDK îsal di van êrişên dawîn de jî gavekê bi pêş ve çûye. Li gorî par îsal bêtir bi pêş ve çûye.
JI BO PDK’Ê JÎ REWŞEKE XETERE HEYE
Dema ku em tiştan dibêjin em buxtanan naxin stûyê PDK’ê. Belkî rayeadarên PDK’ê vî tiştî nabêjin lê heqîqet ev e. Di her hevdîtinên bi dewleta Tirk de dewleta Tirk bixwe vî tiştî diyar dike. Sermesele li bajarê Munîhê bi dijminê gelê Kurd Hûlûsî Akar re rûniştin. Pişre jî Hûlûsî Akar got ‘Di hemû waran de fikra me ya li ser PKKê yek e, em şirîkên hev in’. Di heman demê de Erdogan jî gelek caran heman tişt got. Herî dawîn me dît, li hev rûniştine. Jixwe dema hevdîtin pêk hat, berê êrişa hewayî û piştre jî ya bejahî dest pê kir. Ev ne tiştekî veşartî ye. Em naxwazin ew li hemberî me û li hemberî gelê Kurd bin. Ez nizanim wê encama vî tiştî çawa be. Rast e heta niha li dijî gerîla şer nekirine lê ji duh ve hêzên xwe kom dikin, li Dêrelok û Şêladizê hêzên xwe takviye dikin. Gelo wê çi bikin? Wê ev tişt bigihêje ku derê, em nizanin. Lê ev rewşeke xetere ye. Ji bo ku a niha şerekî yekser pêk neyê, ji bo ku Kurd li hemberî hev şer nekin, me gelekî hewl da. Ez dikarim vî tiştî bibêjim, ji bo vî tiştî ez gelekî xebitîm û hemû rêveberiya me wisa xebitî. Me her dem hewl da pêşiya vî tiştî bigirin û a niha jî dixwazin pêşiya vî tiştî bigirin.