STENBOL – Weqfa Ciwanên Tirk (TUGVA) a faşîst a bi pêşengiya AKP MHP’ê bû hedefa bomberdûmanê.
Îro danê sibê li dijî Şaxa Gazîosmanpaşa ya Stenbolê ya Weqfa Ciwanan a Tirkiyê ku îdia dike ku bi armanca “mezinkirina nifşê olî” li Tirkiye û Kurdistanê derketiye rê û ji aliyê zarokên Serokê Faşîst Erdogan ve tê birêvebirin, êrîşa bombeyî hat kirin.
Tê zanîn ku polîtîkayên AKP’ê yên MHP’ê bûne hedefên zelal û Tevgera Ciwanên Şoreşger di van demên dawî de çalakiyên bi bandor li dar xistine baldare ku ev nûçe danê sibehê ji ajansan de belav bû.
Hate dîtin ku di çalakiyê de xisareke madî giheştiye avahiyê, der barê çalakiyê de heta niha ti daxuyanî nehat dayîn.