SILÊMANÎ – Pêşmergeyê Dêrîn yê Başûrê Kurdistanê Ebdullah Çalak li ser mijara Li ser mijarên hevkariya PDK’ê ya bi dewleta dagirker a Tirk re, ser navî PKK her roj sînoran li dijî gelê Şengalê dewrpêç dikin û li ser mijara nakokî ENKS û rêveberiya xweser li rojavayê Kurdistanê ji Ajansa me Nûçe Ciwan re axivî.
Ebdullah Çalak got:
“Êrîşekî piralî ji aliyê dagirkerên Tirk ve li ser başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin. Ev dijberiyeke faşîst a dewleta dagirker a Tirk li dijî hebûna Kurd û Kurdistanê ye. Tirkiye di tevahiya dîrokê de bi hebûna Kurdan de pirsgirêk dijiya. Dibêjin em li dijî hebûna hemû Kurd û Kurdistanê ne. Bê gûman projeya sînordarkirin û dîwarkirinê li her çar parçeyên Kurdistanê projeya qirkirin û bi temamî îmhakirina Kurdan e Ew baş dizanin ku be danîna van dîwaran em nikarin bibin yek ruh, yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd, yek ji armancên wan eve pûç bikin. Başûrê Kurdistanê di rewşeke wiha qrîz de ye, terorîst Erdogan dibêje me nîvê gelê Tirkiyê bi petrola ji Başûrê dê xwe germ kirine û îsal em ê nîvê din jî bi gaza başûr xwe germ bikin. Ev nîşana çavlê kirina bi temame li ser başûrê Kurdistanê ye.
Êrîş bi bahaneya dijî PKK’ê û bi armanca êrîşkariyê bêperveger e. Fikir û ramanên Rêberê gelan û gerîlayên azadiyê di eniya pêş de bi cih bûne. Ji bo diyarkirina çarenûsa xwe bûn yek û rizgarker bûn. Di dîrokê de gelek mayinên me hene wek Enfal û jenosîd, lê xelkên deveran koçberî Bakur û Rojhilatê Kurdistanê bûn û pîlana dijmin pêk nehat û nikarîbûn gelê Kurd bi temamî tune bikin Hêdî hêdî bi neheqiya li ser xaka Kurdistanê. Ev hemû jî encama hevkariya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê û her wiha ji aliyê hikûmeta Îran û Iraqê ve ye û di encamê de van êrîşan ziyaneke mezin gihandiye PDK, YNK û Hikûmeta Herêma Kurdistanê. ji bo gelê Kurd û başûrê Kurdistanê encama karesateke mezin e û pêwîste helwesteke cidî û biryardar nîşan bide.
Bêguman ev yek planeke çavtirsandinê ye, ku destên derve û dewletên xurt jî di nav de hene. Divê gelê Kurd li ser van planan hişyar be û sîstema xwerêvebirinê ya Rojavayê Kurdistanê weke xaleke azadiyê bihesibîne. Ji bo me rûmetek e ku em bibin xwedî sîstema rêveberiya Rojava. Pêşengiya jinê di vê pergalê de pir rêzdar e. Ev şerm bi berdêla mirovên mîna Fermandar Ebû Leyla û Mûsa Snîper gihîşt armanca xwe. ENKS ji destpêka şoreşa Rojava ve di çarçoveya plana dagirkeriya Tirk a tunekirina şoreşa Rojava de dixebite Roleke aborî, siyasî û leşkerî li ser sîstema rêveberiya xweser a Rojavayê Kurdistanê tê ferzkirin. Li aliyê din jî bi nirx û kiryarên xwe yên neexlaqî yên herêmî li dijî vê destkeftiyê disekinin. Bêguman di rewşeke wiha de weke peywireke netewî wê welatparêzî, exlaq û wijdan bikeve ser ENKS’ê ku wê nebe parçeyek ji plana dijmin û ji bo tinekirina destkeftiyên Kurdan bi dijmin re têkoşiyaye.