ŞEHBA – Îro di bin pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê de li navçeya Ehrezê ya Şehbayê meşeke meşeleyan ji bo silavkirina Berxwedana Gerîla ya dîrokî û dij derketina li dijî îxaneta QDP û malbata Berezanî hat li dar xistin.
Meşê di bin dirûşmeya Werin Cenga Azadiyê de dest pê kir. Ciwan bi wêneyên Serokatî ,ala ciwana û bi siloganên “Bimire îxaneta QDP” “Bijî berxwedana gerîla” meşiyan. Di dawî de meş veguherî mitîngê.
Li ser navê tevgera ciwanên şoreşger, Reşîd Efrîn axaftin kir. Efrîn di serî de, qehremaniya gerîla silav kir û diyar kir ku tu carî li hemberî hêza gerîla biser nakevin. li ser navê yekîtiya jinên ciwan Zîn axivî û Berxwedana Gerîlayên YJA STARÊ û Gerîla silav kir û da diyarkirin ku ewê heya dawiyê li qadan bin heya têkbirina faşîzma tirk û malbata Berezanî,her li wiha li ser navê Tevgera ciwanan axaftin hat kirin û hat diyarkirin ku Berxwedana gerîla tê wateya parastina hebûna hemû gelê kurd li Kurdistanê.
Ciwanan diyar kir ku ew jî weke tevgera ciwanan piştgirî heya dawiyê didin berxwedana gerîla û ewnê bi vîna vê berxwedanê dawiyê li faşîzma dewleta tirk bînin.
Gel û ciwanên Şehbayê eleqeyek mezin nîşanêmeşê dan. Meşê de ciwanan timûtim duruşmeyên “Bijî Berxwedana Gerîla, Bijî serok Apo” avêtin.