BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayên ku di 17’ê Nîsanê de di êrişên dagirker de şehîd bûne, ev tişt diyar kir:
“Li hemberî tevgera dagirker a ku dewleta Tirk a dagirker daye destpêkirin, tîmên gerîlayên gerok derbên herî giran ên di dîrokê de li dijmin dixin. Dijmin qet ne li benda van derban e û xwe ji van derban re amade nekiribû. Hevalên me Agir û Fedakar ên ku pratîkvanên hoste yên vê taktîkê ne, bi berxwedana xwe derbên giran li dijmin xistine. Hevalên me Agir û Fedakar him bi berxwedaniya xwe û him jî bi helwesta xwe ji bo rêhevalên xwe bûne xeta berxwedanê.”
Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:
Nasnav: Agir Botan
Nav û paşnav: Serhat Sakçi
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dê û bav: Şahiye – Ramazan
Dîrok û cihê şehadetê: 17’ê Nîsana 2022’an/Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Fedakar Cûdî
Nav û paşnav: Alî Îbrahîm
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Navê dê û bav: Cemîle – Ebûzeyt
Dîrok û cihê şehadetê: 17’ê Nîsana 2022’an/Herêmên Parastinê yên Medyayê
AGIR BOTAN
Heval Agir li yek ji navenda têkoşîna me ya azadiyê li Cizîrê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Malbata heval Agir ji demên pêşîn ê têkoşîna me ve tevlî nav têkoşîna azadiyê bûne. Ji nav malbatê gelek kes tevlî nav refên gerîlayan bûne û şehîd bûne. Çîçek Botan a ku xaltiya hevalê me Agir e di warê geşkirina têkoşîna me de û di warê artêşbûna YJA-Starê de kedeke wê ya mezin heye. Heval Agir bi vê kelepora welatparêziyê ya malbatê mezin bûye. Heval Agir bi van çîrok û destanên qehremaniyê yên gerîla mezin bûye û tevlêbûna nav jiyana gerîla kiriye armanca sereke ya jiyana xwe. Ew bûye şahidê polîtîkayên qirkirinê yên ku dijmin li ser gelê me kiriye û ji ber vê di dilê xwe de li hemberî dijmin hêrseke mezin ava kiriye. Piştî temenên xwe yên ciwantiyê di nav xebatên şoreşê de cih girtiye. Di sala 2015’an dema ku dijmin li hemberî gelê me û tevgera me Plana Çokdanînê daye destpêkirin ew wekî bersiv tevlî nav refên gerîlayan bûye û piştî tevlêbûnê wî xwe di warê îdeolojîk û leşkerî de kûr kiriye. Heval Agir dema ku di nav îdeolojiya Rêbertî de xwe kûr kiriye, tevlêbûna xwe xurttir kiriye û di jiyanê de jî bi pêşengtiya xwe bûye fermandarekî jîr. Heval Agir bêtir di qada Zapê de têkoşiyaye û li vê derê tevlî gelek çalakiyan bûye. Ji bo ku tarzeke encamgir bi dest bixe, wî perwerdehiya fermandariyê stendiye û piştî perwerdehiyê wekî fermandarê yekîneyê dîsa derbasî qada Zapê bûye. Di 17’ê Nîsanê de dema ku êrişên dagirker hate destpêkirin heval Agir tîmên gerîlayên gerok koordîne dikri û bi cesaretekî mezin derbên giran li dagirkeran daye. Heval Agir wekî milîtanên sembol ên Berxwedana Zapê wê her dem di bîra me de be.